Di rojeva Tirkiyeyê de kuştina Narîna 8 salî heye. Herkes li ser vê mijarê diaxive û şîroveyan dike. Ji bo vê mijarê jî gelek şîrove hene. Lê di esasê xwe de şîroveya ku encamekê bigre zêde tuneye. Mesela her kes li kujerên wê dipirsin û li çawaniya kuştina wê difikirin. Lê kêm kes hene ku li sedema wê difikirin. Sedema kuştina Narînê wekî bûyerên din ên mîna wê ye.
Narîn tenê mînakek e û dîroka nêzî me ye. Lê beriya Narînê jî bi heman rengî jin û zarok hatine kuştin. Îro em dibînin ku li welatê me şerekî qirkirinê li ser jinan tê meşandin. Yanî pêşî jinan dikin hedef. Ji bo ku di zarokatiyê de îradeya jinan têk bibin hedefa xwe nîşan didin. Lewma ji bo vê yekê temenê zewacê dadixînin heta 9 salan. Dibêjin hê biçûke îradeya wan bişkînin. Ev fikriyat li gelek welatan û deveran di meriyetê de ye. Bi taybetî li Rojhilata Navîn jin di hedefa desthilatdaran de ne. Her ku jin serê xwe radikin û ber bi azadiyê ve dimeşin êrîş jî zêde dibin.
Eger were bîra we beriya bi du salan di vî wextî de li Îranê serhildanên “Jin Jiyan Azadî” dest pê kirin. Vê serhildanê deng veda û jin di asta şoreşekê de rabûn ser piyan. Dewlet jî ji vê rabûna jinan aciz bûn û êrîşên xwe li ser jinan zêde kirin.
Yanî eger em di bûyera Narînê de tenê li kuştina wê binêrin kêm dimîne. Meseleyek giştî ye û tevahiya jinan eleqedar dike. Eger îro di nava civakê de çandeke bêexlaq pêş dikeve ev yek bi awayekî organîzekirî ye. Tiştek bi tena serê xwe naqewime û ne tesadufî ye. Ji bo ku jinan biperçiqînin û bêîrade bihêlin êrîşek giran heye. Ev yek di heman demê de wekî şerê qirkirinê ye.
Ji aliyê desthilatdariya mêran êrîşên organîzekirî hene. Ji bo vê yekê jî em dizanin bê ev êrîş çawa û ji aliyê kê ve tên organîzekirin. Em bi kujerê xwe dizanin. Jin hemû di hedefa van êrîşan de ne. Em dibînin ku li welatê me bi gelek dek û dolaban jina dixapînin û dixin kemîna şerê taybet. Eger em li bîst salên dawî binêrin bîlançoyek gelekî giran heye. Hema hema her roj jinek tê kuştina yan jî ew jin ji ber vê zihniyeta qirêj dawî li jiyana xwe tîne. Yên ku jinan qetil dike bav û birê wê ye. Yên ku jinan qetil dike qaşo hezkiriyê wê an jî hevjînê wê ye. Jinê wekî namûsa xwe dibînin û çi bêexlaqî hebe bi jinan dikin. Lê em jî dibêji em ne namûsa tu kesî ne. Jin pîroz in û divê werin parastin. Ji bo parastina vê pîroziyê jî divê têkoşînek berfireh li dijî wê zihniyeta gemarî were meşandin. Li welatê me zihniyetek qirêj a mêran serdest e. Ji bo têkbirina vê zihniyeta qirêj jî pêdiviya me bi têkoşînek hevgirtî heye. Ziman û reng ferq nake, li her derê jin dibin hedef û tên kuştin. Wê demê em jî dibêjin ziman û reng ferq nake, divê li her derê em bibin yek û rabin ser piyan. Eger azadiyek hebe ew ê jî bi destê jinan be. Tenê jin dikarin vê zihniyeta gemarî paqij bikin.