12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran gule li xaniyan reşandine

Piştî şerê li çoltara Lîcê, heyeta MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, DBP û DEM Partiyê şevê din gundê Peçarê yê navçeya Lîcê ziyaret kir. Endamên heyetê diyar kirin ku çotê gundiyan zerar dîtine û li xaniyan gule hatine reşandin.

Leşkeran 2 rojan gundê Pêçarê yê navçeya Lîcê dorpêç kir. Piştî dorpêçê şer derket û di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 2 kesên ku tê gotin endamên HPG’ê ne birin nexweşxaneyê. Piştî şer û dorpêçê endam û nûnerên MEBYA DER, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Partî, parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û gelek saziyên din çûn serdana  gund. Dema heyet çû gund, leşkeran xwest heyetê asteng bike. Tevî hemû astengiyan heyet çû gund û li gundiyan guhdar kirin. Piştî serdanê Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, dorpêça gund şermezar kir û got: “Li vir em di bin siya çekan de daxuyaniyê didin. Hêzên ku gund dorpêç kirine hêza xwe ji AKP’ê digirin û mafê me yê zagonî asteng dikin. Em ê der barê wan de serlêdana sûc bikin. Gundê Peçarê du roj in di bin dorpêçê de ye. Em hatin li vir lêkolîn bikin. Me dît ku zevî û çotê gundiyan zerar dîtiye. Leşkeran li hin xaniyan gule reşandine. Hem li Licê û hem li gelek bajarên din mafê jiyanê tê binpêkirin.”