Necdet Ozturk li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Ozturk bi rêya telefonê li cem malbata xwe ya li Dîlokê dijî hevdîtinê pê kanî. Ozturk bi rêya malbata xwe ragihand ku mafên girtiyan tên binpêkirin.
Ozturk da zanîn ku wan li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin duh dest bi çalakiyê kirine û got: “Em dirûşman berz dikin û deng derdixin. Gardiyan ji bo ku êrîşî me bikin û çalakiya me bêdeng bikin, amadekariyên êrîşkirinê dikin. Divê her kesê li derve li dijî vê yekê dengê bide bihîstin. Her roja ku diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Dema hevalên me girtî dibin revîrê û nexweşxaneyan jî pirsgirêkan derdixin.
Leşker lêgerîna nava dev dispêrin me. Em van pêkanînên dijî mirovahiyê qebûl nakin. Heke raya giştî bertek nîşan nede wê gardiyan êrîşî me bikin. Heke êrîşek pêk were jî midûr û dozgerê girtîgehê berpirsiyar in. Li girtîgehê wekî din jî pirsgirêk hene. Gardiyan û leşker gefan li me dixwin. Girtiyên edlî li qawîşên nêzî me bicih kirine. Bi ser wan girtiyan re gefan li me dixwin. Dibe ku îro jî sibê jî êrîşî me bikin.”
Li Kirşehîrê girtî li dijî binpêkirinan çalakiyan dikin
Necdet Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Kirşehîrê girtî ye ragihand ku li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiyan kirine.