12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rossî: Ji her aliyê cîhanê ciwan tev li meşa azadiyê bûn

Endama Komuna Enternasyonalîstan a Îtalî Alba Rossî anî ziman ku ji her aliyê cîhanê ciwanên enternasyonalîst li vir in û got: “Em dixwazin bi hevre civakek azad û demokratîk ava bikin.”

Ciwanên Kurdistanî û Enternasyonalîst li Hauptbahnhof a bajarê Bielefelda Almanyayê kom bûn û dest bi Meşa Dirêj kirin. Meşa Dirêj di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de pêk hat.  Li gel ciwanên kurd ciwanên enternasyonalîst ên Îtalyayî, Bellucî, swedî, Almanî, Fransî, tirk, ereb, Îspanyolî, Tamîl û Îngîlz amade bûn. Ciwan di 15’ê Îlonê de kom bûn û beriya meşê konferans pêk anîn. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst, di konferansê de derheqê fikrên Rêber Ocalan nîqaş kirin. Yek ji mijara sereke ya konferansê azadiya fizîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ciwanan di konferansê de derheqê jiyana Rêber Ocalan de sînevizyonek nişan dan. Endama TekoJIN’ê Berjîn Zenda li ser paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî kir. Ciwanan piştî konferansê dest bi Meşa Dirêj kirin. Meşa Dirêj bi coşa mezin a ciwanan destpê kir.

Têkildarî armanca meşê Endama Komuna Enternasyonalistan Îtalî Alba Rossi nirwandin kir. Alba Rossi da zanîn ku ew di konferansê de hatin cem hev û piştre dest bi meşê kirin û wiha got: “Cihê Reber Apo di nava tevger û têkoşîna me de cihekî diyarker e.  Bi hêviya ku nûnertiya berxwedana azadiyê dike, em ji bo konferansa Komeleya Bielefeldê ne. Em li vir in. Ji niha de enerjiya ciwantiyê hîz dikin.”

Alba Rossî, da zanîn ji her aliyê cîhanê ciwan li vir kom bûne û wiha axivî: “Ciwanên enternasyonalîst li vir in. Ji bo em bi hevre hevîya xwe geş bikin û têkoşîna xwe xurt û ava bikin em hatine cem hev. Em li qadek dîrokî û demeke dîrokî hatine cem hev. Em di çav û wecê ciwanên ku li vir kom bûne de kelecan, hevî û biryara jiyana nû dibînin. Bi hevre sohbetên pir germ û kur pêş xistin.”

Ciwan ji bajar û welatên cuda hatin li Almanya kom bûn û hest, kelecan, bawerî û heviyên xwe parve kirin. Bi herve niqaş kirin û bi hevre ji bo siberojek azad û civakek demokratîk û azad kom bûn. Bi hevre dest bi meşa azadiyê kirin û bi biryar in ku bi hevre civakek azad avabikin.

Ciwanan coş û enerjiyek pir mezin ji konferansê girtin

Endama Komuna Enternasyonalîst Alba Rossî, bibîr xist ku ew ji bajar û welatên cûda hatin vir û wiha berdewam kir: “Em ji cih û welatên cuda hatine vir. Her çend cih û warên me cuda be jî armanca wan yek e. Armanca wan hevpar e. Armanca me tevan ew e ku em bi hever civakek azad û demokratîk ava bikin. Hin hevalên me tenê ji bo konferansê hatin û dê biçin. Ji vê konferansê coş, hêz û enerjiyek gelek mezin girtin. Dê bi enerjî û hêzek mezin vegerin welatê xwe. Hin heval jî dê heta dawî tev l meşê bibin.”

Rossî: Bawerî û bendewariya min pir zêde ye

Alba Rossî, herî dawî anî ziman ku ciwanên tev li meşê bûne dê piştî meşê beşdarî Mihrîcana Çandê ya Frankfurttê bibin û wiha bi dawî kir: “Ez di meha sibatê de jî beşdarî meşa azadiyê bûm. Ji ber vê yekê ez niha pir bi kelecan û peroş im. Bawerî û bendewariya min pir zêde ye. Em bawer dikin ku dê her tişt pir cuda û pir nû be. Ez pir bi kelecan û kêfxweş im. Ez pir bi kelecan li benda rojên pêş im.