Di ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî re 44 sal derbas bûn. Serfermandarê Giştî yê Artêşê yê wê demê Kenan Evren rêveberiya awarte ragihand. Di pêvajoya darbeyê de Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) 230 hezar kes darizandin. DGM’ê li 7 hezar kesan cezayê darvekirinê birî. Piştî ceza 50 kes darve kirin. Di wê serdemê de hate belgekirin ku di îşkenceyên li girtîgeh û navendên binçavkirinan de 300 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 171 kes jî ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin. Herî zêde îşkence li girtîgehan pêş ket. Yek ji wan girtîgehan, Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê bû. Zindana Amedê kiribûn navenda îşkenceyê. Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê kete lîsteya “10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê”. Li dijî îşkenceya herî hov, berxwedana herî xurt pêş ket. Yek ji berxwedêrê Zindana Amedê pêşengê PKK’ê Mazlum Dogan bû. Bi berxwedana Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku di 17’ê gulana 1982’yan de xwe şewitandin domiya. Berxwedan, bi çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatiye destpêkirin derket asta herî jor.
Girtiyên li Zindana Amedê man û bûn şahidên îşkenceya giran ji bo Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û Bîrê serî li rayedaran dan, lê li şûna bibe Muzeya Hiş û Bîrê mulkê wê dan Wezîrê Çandê û biryar dan ku bibe muzeya çandê.
Hevserokê Komeleya 78’an Ahmet Ertak der barê rewşa Zindana Amedê û hewldanên Muzeya Hiş û Bîrê nirxandin kir. Ertak ewil pirsa “Dema Zindana Amedê tê gotin çi tê hiş û aqilan?” bersivand û got: “Dema zindana Amedê tê gotin kiryarên li dijî mirovahiyê, îşkence, hovîtiya herî giran û qetilkirina însanan tê hiş û aqilan. Binpêkirina wîcdanê, tunekirina kesayet û civakê tê aqilan. Qedexekirina zimanê dayikan tê aqilan.”
Li dijî zilmê berxwedana dîrokî
Ertak, da zanîn ku heta 2004’an li Zindana Amedê bi qazî 30 hezar mirov bi îşkenceya herî giran re rû bi rû mane û wiha axivî: “Li gorî daneyên fermî 34 kesan bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Lê di rastiyê de hejmara kesên bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan gelek zêde ye.
Tê gotin ku nêzî 70 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Îşkenceya herî giran ji bo îradeya girtiyan bişkînin kirin. Ji bo vîna girtiyan bişkînin îşkenceya herî hov li mirovan kirin. Wê demê girtiyan li dijî îşkenceya giran li ber xwe dan û serî ne tewandin. Destûr nedan ku vîna wan bê şikandin. Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û gelek hevalên şoreşger li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan û serê xwe rakirin. Bedena xwe kirin qurban û dijmin paşve gav avêt.”
Nekirin muzeya bîrê kirin ya çandê
Ertak anî ziman ku wekî Komeleya 78’an ji bo Zindana Amedê bibe muzeya bîrê gelek serlêdan kirine û wiha axivî: “Ji bo Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û Bîrê me gelek serlêdan kirin. Piştî 2007’an heyetek hat avakirin. Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan a Zindana Amedê ava bû. Di nava vê komîsyonê de nêzî 50 kesên wekî nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen cihê xwe girtin. Heyetê ji bo Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û Bîrê, bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtin kirin û lêkolîn kirin. Heta astekê encam girt û daxwazên heyetê heta astekê hatin qebûlkirin. Di destpêkê de wekî zindanek girtiyan hat binavkirin. Lê piştî hevdîtina heyetê rayedarên hikûmetê yên wê demê qebûl kirin ku Zindana Amedê bibe mînaka cîhanê ya ku herî zêde îşkenceya giran lê hatiye kirin û herî zêde însan lê hatiye qetilkirin. Rayedaran qebûl kirine ku ev hafiza îşkenceyê bê parastin. Qebûl kirine ku Zindana Amedê ya Hejmar 5 bibe muzeya hafizayê. Ev xebat heta 2015’an berdewam kir. Lê mixabin piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an Zindana Amedê hat ji bîr kirin. Piştî wê zêdeyî 100 hezar îmze hatin komkirin da ku Zindana Amedê bibe Muzeya Îşkenceyê. Ev îmze teslîmî meclisa Enqereyê kirin. Bi hemû partiyên muxalif re jî têkilî hat danîn. Kesên îmze dan, xwestin ku Zindana Amedê bibe Muzeya Mafê Mirovan. Lê piştî darbeya 2016’an ji bo Zindana Amedê bibe muze tu gav nehatin avêtin. Di 2023’an de ji bo xapandinê, kirin muzeya çandê.
Kes nizane li Zindana Amedê çi dibe
Mixabin piştî hewldana darbeyê, dîsa rawestandin. Piştî 2022’yan Wezîrê Dadê Zindana Amedê dewrî Wezîrê Çandê kir. Piştî zindan dewrî Wezîrê Çandê kirin û şûnde nava muzeyê vala kirin. Hemû der û dorê wê dorpêç kirin û kes nizane ka li hundirê wê zindanê çi dibe û çi nabe. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje hewldanan encam girtiye. Di tebaxa 2023’an de projeya Muzeya Çandê hat amadekirin. Piştî vê projeyê komele ket nava hewldanan. Di 2023’yan de me bi tevlêbûna hemû saziyên civakî, ode, sendîka û komeleyan li Amedê civînek fireh pêk anî. Me bi îmzeya 107 partî, komele, ode û sendîkayan, deklerasyonek parve kir. Me xwest demildest komele tev li xebatê çêkirina Muzeya Hiş û Bîrê bibin. Me serî li gelek der û doran dan, lê me tu encam negirt. Me şandeyek şand Enqereyê û me gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî ziyaret kir. Me xwest ku Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û Bîrê.”
Em vê rewşê qebûl nakin
Ertak, da zanîn ku ji niha û şûnde Zindana Amedê bibe muze hewldanên wan didomin û wiha berdewam kir: “Dê ji niha û şûnde hewldanên me dê bidomin. Mixabin, navê vê muzeyê kirine Muzeya Bîranîna Ednografyayê. Em vê yekê qebûl nakin. Di vê projeyê de 5 blokên wê. Hene. Tenê dê blokek û nîv bibe hafiza. Lê ew tiştên ku hatine jiyandin dê çiqas cih bigirin. Di vê mijarê de em bi fikar in.”
Ertak, da zanîn ku hikûmet armanc dike ku naveroka vê zindanê vala bikin û ji rastiya xwe dûr bixin û wiha bi dawî kir. “Gelo ew tiştên li vê zindanê jiyane dê çiqas cih bigirin?
Em bi fikar in. Dixwazin e hafiza neyê parastin û bê jibîrkirin. Em ê dîsa şandeyan ava bikin û em ê bi Enqereyê re têkevin têkiliyê û hewldanên me dê bidome. Em ê dev ji vê yekê bernedin. Ji bo hemû bîranîn û hafiza bê parastin têkoşîna me dê bidome.”