Çavkaniyên xwecih agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û diyar kir ku çeteyên ʹEmşatʹ ên artêşa Tirk bi ser malên kurdên li gundê Kaxirê yê Efrînê de girtin. Di serdegirtinê de 8 welatî birindar kirin û 2 jin qetil kirin. Hat diyar kirin ku welatiyên birîndar bûne; Cîhan Îso, Hesen Reşîd Îso, Necah Cabo, Zemzem Mistefa, Henîfe Ebo, Ayşe Ebo, Sedîqe Henan û Mihemed Mistefa nin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan zêr û pere dizîne.
Piştre dîsa çavkaniyan agahiyên nû bi ANHA’yê re parve kirin û destnîşan kirin ku çeteyan li gund înternet qut kirine. Çavkaniyan anîn ziman ku çeteyên ʹEmşatʹ ên dewleta Tirk, piştî li dijî welatiyên gundê Kaxirê yê Mabeta komkujî pêk anî, gund dorpêç kirin û înternet qut kirin. Çavkaniyên xwecih ji ANHA’yê re diyar kir ku di saetên êvarê de hin jinên gundê Kaxirê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist û banga serbestberdana revandiyan kir, herî dawî jî çeteyan welatiyê bi navê ʹIdrîs Hec Elîʹ revandibû.
Heman çavkaniyan teqez kir ku çeteyan li dijî xwepêşandana jinan derket, li jinan da û gule avêtin wan. Di encamê de komkujiyek pêk anî. Di wê komkujiyê de 2 jin hatin qetilkirin, zêdetirî 20 welatî birîndar bûn, welatî hatin revandin.
Ji wan jinên hatine qetilkirin, navê Nazliya Arif Tolê ya ji heman gundî hat aşkerakirin.