12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şahmaran û Qers

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Di bîra qersiyan de Şahmaran bi çîrokên cur be cur dijî. Li Qersê bi navê Aniyê, bajarekî dîrokî heye. Di sala 2016’an de li vir rolyefeke Şahmaranê hat dîtin. Serê Şahmaran jin e, gewdeya wê şêr e, dêla wê jî mar e.

Bi ya min Şahmaran dijî. Ji ber ku di her gundekî de çîrokeke wê û di her malekê de resmeke wê heye. Lê di mala me de, du resmên wê hebûn; yek ser şûşê hatibû çêkirin, bavê min ji bajêr stendibû. Yek jî Heloya dotmama min ser etamîn çêkiribû. De berê ji bo cilan dolab tunebûn, cildankên dar hebûn, di dîwaran de dukitan û cil dardadikirin. Ser cilan jî bi qumaşekî dipêçan ku bila toz negire. Ew qumaşên li ser, piranî etamîn bûn û ser wan jî keç û bûkan resim dineqişandin. Ji wan resman yên herî bêtir dihatin ecibandin, teyrê tawis û şahmaran bûn. Ya ku ew resmana herî bedew jî çêdikir helbet Heloya dotmama min bû.

Çendekî ji berî vê, ji gundiyên Wezê, xwişka Sebîhe û kiekê Mewlûd ji Almanyayê hatibûn Qersê û hatin serdaniya min jî. Dayika wan, Meta Eyşa Pêrîşanê jî çîrokbêj e û li Almanyayê dijî.  Ji min re çend çîrokên wê qeyd kiribûn. Dayika Eyşê di çîrokekê de behsa “zarên xalîxûr û Şahmaran” dikir. Li gorî gotina wê;

Îsê kurbirê wê, pir xaliyê dixwe, xaliya li ber sobê kulm bi kulm dixwe. Pêrîşana pîrka Îsê tim di derzî dest de ber Îsê ye, her ku Îsê dest dirêjî xaliyê dike, pîra Pêrîşan derziyê ji dest re dike ku bila nexwe. Çeqeliya cîrana wan, dema ku tê li mala wan dên bihêre, Pêrîşan jê re mesela Îsê parî ve dike. Çeqelî dibêje “min meselek bîhîstiye, ez bêjim, belkî tilisme ye, belkî kêr bê. Hûn ku diçine çolê û mar ku rastî we tên, ser mar de xeber din bêjin; “Tu diçî, here, bêje Şahmaran bê, zareke me heye xaliya te xwar, xelas kir, tiştek ji te re nehişt.” Hikmeta xwedê, li hev tê, meta Eyşê, Pêrîşanê bi tevlî cewara diya Îsê diçin kefa fetî tirmixê bikin, rastî kuneke maran tên. Mar li ber derê kunê xwe daye tavê. Hema li ser mar de dibêjin; “Maro, tu dikişî, diçî, bêje Şahmaran bêje, zareke me heye, xaliya te xwar xelas kir, ji te re tiştek nehişt. Gazincên wî Şahmaran bike.” Emrê xwedê Îsê êdî xaliyê diterikîne.

Di bîra qersiyan de Şahmaran çîrokên cur be cur dijî. Li Qersê bi navê Aniyê, bajarekî dîrokî heye. Di sala 2016’an de li vir rolyefeke Şahmaranê hat dîtin. Rolyef di sedsala 13’an de li ser kevirekî hatiye çêkirin. Serê Şahmaran jin e, gewdeya wê şêr e, dêla wê jî mar e.

Bajarê Aniyê li ser girekî hatiye avakirin. Hema li kêleka Aniyê jî di sala 1954’an de gundê Ocaxliyê hatiye avakirin. Şêniyên gund heya sala 1954’an di şikeftên bintara Aniyê de jiyane. Di bîra wan de jî Şahmaran cuda dijî. Li gorî gotina gundiyan; “Pezê pîrekê winda dibe. Kurê pîrê pêz digere. Dema dikeve şikeftekê pêşiya xwe nabîne û dikeve bîrekê. Di bîrê de hol dibe, heft qatan dadikeve binê erdê, xwe di nav xas baxçeyekî de dibîne. Kurê pîrê heyran bi heyran li der û dora xwe dinêre; bi gul û gupikan, çem û kaniyan, dengê çivîkan, qey bêjin daketiye bihuştê. Lê dema çavê wî bi maran dikeve, tirs dikeve dilê wî. Mar wî didin pêşiya xwe û dibin ber textê Şahmaranê. Serê Şahmaranê jin e, gewdêya wê şêr e, dela wê jî mar e. Şahmaran jineke bedew e, lê ji gewde û dêla wê, marên li dora wê, kurê pîrê pir ditirsînin.

Şahmaran jê re dibêje; “Metirse, ez keybanûya vî warî me. Tu çima û çawa hatî warê me.” Kurê pîrê derdê xwe dibêje. Şahmaran jê re dibêje; “Êdî em te bernadin. Ji ber ku mirov bêbextin, dema cihê me hînbin dê warê me xerab bikin. Êdî tu yê li vir, li ba me bimînî. Her tişt di bin xizmetê te de ye, bixwe, vexwe, li kêfa xwe mêzeke.”

Wisa jî dibe. Kurê pîrê êdî heft rojan an jî heft mehan li wir dimîne lê di dawiya dawîn de diya wî ya pîr tê bîrê û ji Şahmaran destûre dixwaze. Şahmaran ewil destûrê nadê lê dema ku dibîne kurê pîrê pir li ber xwe dikeve, xwarin û vêxwarinê hatiye birîn. Dilê wê ranake her çiqas zane ku çûyîna kurê pîrê ji bo wan nebixêre jî ji bo kurê pîrê bi ber xwe nekeve bi şertekî destûrê didê. Çi dibe, bila bibe hewce ye û şûna wan ji tu kesî re nebêje.

Her çiqas kurê pîrê bi dîtiniya diya xwe kêfxweş be, Şahmaran jî ji ber çûyîna wî ewqas xemgîn dibe.

Demekê şûnde xeber belavdibe ku Qralê Aniyê nexweşe lê tu hekîm û derman ji derdê wî re nabin çare. Rojekê, remildarek tê û dibêje; “Dermanê te dilê Şahmaran e” lê ya zehmet ew e ku cihê Şahmaranê tu kes nizane. Qral delalan derdixe; kî ku cihê Şahmaranê zanibe û bêje, qral wê sindoqek zêr bidê. Kurê pîrê nexweşiya qral jî gotina delalan jî dibihîze lê ji nebîhîstî ve tê.

Rojekê, kurê pîrê dema di newala bintara Aniyê de digere, merekî dibîne û pê re xeber dide hal û hewalê Şahmaran dipirse, hin kes wî dibînin û diçin ji qral re dibêjin.

Qral, kurê pîrê tîne hizûra xwe û sindoqa zêr dide pêşiyê û cihê Şahmaran jê dipirse. Lê kurê pîrê nabêje, dema ku dibînin bi rindiyê nabêje, qral wî dide destê celadan, dibêje; “Çawa hebe ez ê bimirin. Wisa bikin ku hûn canê wî jî hêdî hêdî jê bistînin. Ger ku teyax neda cihê Şahmaran got, berdin lê negot bikujin.”

Kurê pîrê gelekî li ber xwe dide lê teyax nade û cihê Şahmaran dibêje. Bi tevlî peyayên qral diçin şikeftê û heft qatan dadikevin  binê erdê û teletel diçin textê Şahmaran. Şahmaran deng bike, marên li wir kurê pîrê û peyayên qral bikujin. Lê dilê Şahmaranê ranake, ji ber ku ji kurê pîrê zehf hez dike, deng nake û tevlî wan warê xwe terk dike û derdikeve ser rûyê erdê.

Bi anîna Aniyê re erîş dikin, Şahmaran dikujin û dilê wê derdixin, bedena wê diavêjin newala bintara Aniyê. Kurê pîrê ji kirina xwe poşman e. Diqî re dibêje; “Şahmaran” û xwe ji zinaran de davêje newalê.”

Mar ku wê bêbextiyê dibîhizin ji heft qat binê erdê, bajarê Aniyê ji binîve dihejînin. Ji wê rojê şûnve Anî şên nabe, her ku şên dibe bi xezabekê re rû bi rû dimîne û niha jî xirbe ye.

[1] Qardolab, gardirob

[2] Bavê wê, Evdilê Miho zû dimire dayika Pêrîşan zarên xwe mezin dike.

[3] Kurê Siloyê birê wê. Îsê, îsrafîl e. Cewara Xatê jî jina Silo ango diya Îsê ye.

[4] Çekeliya jina Memê Selîm e.

[5] Nivîskar Vedat Akçoz jî ev çîrok li gorî xwe, bi awayekî cûda honandiye.