Di sala 1989’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) 20’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan qebûl kir. Bi giştî li seranserê cîhanê 191 welatan ku dewleta Tirk jî di nav deye, peyaman ji bo parastina mafê zarokane îmzekirin. Li gorî xal û peymanê, mafê hemû zarokan yê perwerde, tenduristî û parastinê heye, ew welatên îmzekirine jî divê li gorî peymanê tevbigerin. Tevî peymanê, dewleta Tirk her roj herêmê bobme dike û zarokan qetil dike. Li gorî daneyên Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), ji sala 1991’an heya niha, dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê 81 zarok qetil kiriye û 115 jî birîndar kirine.
Tevî êrişên berçav yên dewleta Tirk ên li ser zarokan, lê heya niha jî rêxistinên taybet girêdayî zarokan, çi li Iraqê yan î li ser asta navnetewî be, dijî suc û êrişên dewleta Tirk dengê xwe dernexistine.
Nûçegîhanê ROJNEWS’ê li ser mijarê xwestin çend pirsan ji Desteya Mafê Mirovan ya li Herêma Kurdistanê bikin. Lê tenê gotin; “Em şermezar dikin, sînorek ji bo me hatiye diyarkirin û em dervey wê nikarin ti karek din bikin.”
Zarokên ku tên qetilkirin li ber çavê Hikumeta Iraq û ya Herêma Kurdistanê, tên qetilkirin, lê ti helwestek nîşan nadin û xwedî li zarokan dernakevin. Berevajiyê vê bihevre destê xwe dixin destê dijminan û ji bo komkujiyan dibin alîkarê dijmin.