12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gezgor: Azadî bi rêxistinbûyê dest pê dike

Cîgira Hevserokên Giştî ya Birêxistinkirinê Berpirs Narîn Gezgor diyar kir ku ji bo kêmasî û nebesiyên xwe tespît bikin û xebatek rast pêş bixin kom bûn û got: “Me tespît û biryarên rast girtin. Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike.”  

DBP’ê di çarçoveya xebatên amadekariyên rêxistinbûyînê de di 8-9’ê îlonê de bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ komxebat pêk anî. Li gel rêxistina DBP’ê, partiyên siyasî, qasid û nûnerên sazî û dezgehên sivîl û gelek kesayet beşdarî komxebatê bûn. Ji bo xebatên rêxistinbûyînê bûn alîkar. Di komxebatê de şehîdên demokrasî û azadiyê yên ku bi saya wan têkoşîn hat vê astê, bi rêzdarî hatin bîranîn û car din soza ‘Em ê têkoşîna wan bi serkeftinê bi encam bikin’ dan. Têkildarî armanc û naveroka komxebatê û girîngiya rêxistinbûyînê Cigira Hevserokên giştî ya ji Birêxistinkirinê Berpirs Narîn Gezgor ji Xwebûnê re nirxandin kir.

Narîn Gezgor, ewil bal kişand ser geşedanên li cîhanê pêş dikevin û wiha got: “Pergala Modernîteya Kapîtalîst li cîhanê bi temamî li gorî forma netew-dewletê xwe bi rêxistin dike û pêş dixe. Tê dîtin ku pergala Modernîteya Demokratîk îflas kiriye û ketiye qeyrana kûr. Dixwaze xwe ji vê qeyranê rizgar bike. Bi navê “Birêvebirina qeyranê” şerê sêyemîn belav bike û dixwaze bi vê yekê dîsa temenê xwe dirêj bike. Dewletên herêmî û dospot jî dixwazin ji vê qeyranê û valahiyê sûdê bigirin. Ji ber ku erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistan cihekî stratejîk e. Di aliyê çavkaniyên sererd û binerd de pir dewlemend e. Ji ber vê yekê ev hêzên hegomonîk û desthilat naxwazin gelê kurd xwe bi rêxistin bike û gelê kurd dike hedefa xwe. Ji bo vê yekê bi hemû rê û rêbazan şerê taybet li ser gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn pêş dixe. Polîtîkayê înkar û qirkirinê li ser gelê kurd pêş dixin. Me polîtîka û planên li ser gelê kurd tên meşandin bi berfirehî niqaş kir û li gorî wê me biryar da ku em bêtir xwe û gelê xwe bi rêxistin bikin. Me biryar da ku li Kurdistan û Tirkiyeyê gelê xwe bêtir bi rêxistin bikin û rêxistinkirina xwe mezintir bikin. Ev rêxistinbûn dê ji bo tevahiya gelê kurd bibe hevî û bawerî. Ji bo her kesî tenê rêya xelasbûnê rêxistinkirin e. Em wekî siyasetmedarên qada siyaseta demokratîk dizanin ku pergal hêza xwe ji bêrêxistinbûyîna me û digire. Ji ber vê yekê di komxebatê de de li gel me, nûner û rêveberên saziyên civakî û demokratîk jî hebûn.  Me hemû pêkhateyên civakê û qada siyasî, çandî, aborî, ked û hemû qadên jiyanê bi hevre analîz kirin û em bi hevre li çareseriyê geriyan.”

AKP-MHP hemû hêzên muxalif dike armanc

Narîn Gezgor da zanîn ku di komxebata de li dijî êrişên faşîzmê biryardariya gelê kurd û rêxistina DBP’ê ya serkeftinê derket pêş û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya rexne kirin û rexnedayînê de me rewşa xwe ya vê serdemê bi berfirehî nirxand, kêmasî û qelsbûnên xwe anî rojevê. Her wiha em li ser pratîk û ferasetên ku me têk dibe, rê li ber qelsbûnan vedike û ji serkeftina gelê me re dibe asteng, sekinîn. Di vê çarçoveyê de, bi pîvanên îdeolojîk, polîtîk û ehlaqî peywir û berpirsyariyên rêxistinî hatin diyarkirin û mezinkirina têkoşînê esas hat girtin.”

Gelê kurd rêxistinbûyina xwe parast

Narîn Gezgor, bal kişand ser polîtîkayên îktidarê û wiha lê zêde kir: “Desthilata AKP-MHP’ê piştî plana têkbirinê ya 2014’an hem gelê kurd û hem jî hemû kesên demokrat, çepgir, aştîxwaz, muxalif, sosyalîst, femînist, hemû kesên li dijî xwe kir hedefa xwe. Ewil xwest yekîtiya kurdan belav bike û wan teslîm bigire, piştre jî xwest hemû hêzên li dijî xwe parçe bike û bêdeng bike û têk bibe. Loma dest bi êrîşên tund û bênavber kir. Li dijî van êrîşên tund û bênavber jî têkoşîn û berxwedana demokratîk a gelê kurd û hêzên muxalîf jî berdewam kir. Li gel hemû êrîşên qirkirinê ya AKP-MHP’ê gelê kurd, rêxistinbûna xwe parast û têkoşina xwe gîhand lûkteya herî bilind. Dîsa li ruxmê wan êrîşan em xwedî têkoşîneke ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî pêş ketiye, nin. Ev têkoşîna jinan pêşengiyê ji mirovahiyê re dike û şoreşê pêş dixe. Li dijî van êrîşan hevgirtin û yekîtiya gelan û pêşxistina rêya sêyemîn her ku diçe xwe xurt dike. Ji bo xurtkirina rêya sêyemîn û mezintirkirina rêxistinê lêhûrbûnek mezintir li me ferz dike. Loma em wekî partî di 8-9’ê îlonê de li hev kom bûn û me komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Me du rojan di komxebatê de niqaşên kûr pêş xist. Me wekî kesên pêşeng xwe û pratîkên xwe nirxand û analîza wan kir. Me kurd û kêmasiyên xwe li ber çavan raxist. Ji bo em hal û hêza xwe ya heyî baş fam bikin, her wiha serkeftinên mezintir bi dest bixin; me rewşa xwe nirxand. Wekî tê zanîn dîrok berpirsiyariyek mezintir li ser me ferz dike. Me got ji niha û şûnde emê polîtîkaya xwe çawa xurtir û firehtir bikin, em ê çawa bêtir xwe bi rêxistin bikin, me niqaşên kûr pêş xist.”

Tespît û biryarên rast girtin

Narîn Gezgor, da zanîn ku wan di komxebata xwe ya 2 rojan de qeyran û kêmasiyên xwe niqaş kirin û wiha got: “Me geşedanên siyasî û rêxistinî raxist pêş çavan. Me xeta xwe ya polîtîk û geşedanên cîhanê nirxand. Dîsa me pirsgirêkên rêxistinî û çareseriya wan bi hev re nirxand. Em bawer dikin ku me tespîtên rast kirin û me biryarên rast girtin. Em dîsa bawer dikin ku em ê encamên rast bi dest bixin.”

Naskirina hêza xwe û dijberî xwe girîng e

Narîn Gezgor, bilev kir armanca rêxistinê baweriya wan ew bû ku, “Bêrêxistin pelek jî naheje” û wiha lê zêde kir: “Yekane parastina gelê me, xurtkirin û pêşxistina rêxistinbûnê bû. Ji bo parastina gel me biryarek da ku em rêxistina xwe xurttir bikin. Me dît ku pergal bi amûrên zorê û rêbazên şerê taybet dixwaze gel û civakê bê rêxistin bihêle. Dixwaze civakê belav bike. Di niqaşan de derket holê ku çavkaniya pirsgirêkên me yên esasî pergal bi xwe ye. Pergal hêza xwe ji bêrêxistinbûyina civakê digire. Loma me got divê em birêxistinbûyîna xwe xurttir bikin. Rêbaza herî baş a birêxistinkirinê jî ew e ku mirov hem hêza xwe û hem jî hêza li dijî xwe nas bike û li gorî wê xwe bi rêxistin bike. Li gorî wê rêbazên têkoşînê biafirîne.”

Rêxistinbûyîn serkeftin e

Narîn Gezgor, destnîşan kir ku di komxebata 2 rojan de li dijî êrîşên faşîzmê biryardariya gel û rêxistinbûna partiyê derket holê û ev tişt got: “Di gelek aliyan de di warê rêvebirin û rêxistinkirinê de pirsgirêk û qelsbûyînê me hatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê jî biryar hat dayîn ku; divê em demildest dest bi xebatên berfireh bikin.  Li ser esasa ‘rêbaza herî bingehîn ya hebûnê rêxistibûyîn e’ me biryar da ku; di çarçoveya xebatên komxebatê de bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ dest bi pêngava ‘xwerêxistinkirinê’ bikin. Bi vê wesileyê biryara me ew e ku; em ê kevneşopiya siyaseta xwe ya ku li ser ked û berdilên giran hatiye afirand bajar bi bajar, navçe bi navçe, kolan bi kolan û gund bi gund bixin meriyetê û pêl bi pêl mezintir bikin.”

Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinan

Bi feraseta ‘Wê sedsala 21’mîn bibe sedsala jinan’ armanca me ew e ku; em ê bi mirasa berxwedana Sarayan, Turkanan, Sêvê û Asyayan, Denîz Poyraz û Nagîhan Akarselan û ya Hevrîn Xelafan rêxistinên xwe yên jinan geş bikin û bigihijînin asta civakî. Bi perspektîfa ‘Jina Azad’ li her qadên jiyanê xurtkirina hêza jinê û li ser vê esasê sazkirina civakê wek peywireke dîrokî hat pênasekirin. Pergala hevserokatiyê, temsîlîyeta wekhev, jiyana azad a wekhew divê bibe qada têkoşîna wekhev a her du zayendan. Di komxebatê binê vê yekê hat xêzkirin ku; divê ev pergal bikeve meriyetê, têkoşîna jinê û rêxistinbûyîna jinê bi pêş bikeve, xebatên perwerde û bîrdoziyê bên mezinkirin da ku li hemberî feraseta serdest a zilam û li hemberî êrişên navxweyî û derve têkoşîna jinan bi ser bikeve. Di vê pêvajoya ku hem di warê kûrewî û hem jî di warê herêmî de gelek qeyranan diqewimin, em amade û bi bawer in ku peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin. Di her qadên jiyanê de li hemberî Modernîteya Kapîtalîst em ê Modernîteya Demokratîk, li hemberî Netew-Dewletiyê em ê Konfederalîzma Demokratîk, li hemberî sermayeye em ê jiyana wekhev û komînal esas bigrin û li ber xwe bidin. Li gel berxwedanê em ê pêvajoya avakirina paradigmaya xwe li her qadên cîhanê bileztir bikin. Li hemberî herikandina dîrokê em ê bi rêxistinbûyîna xwe û bi meşa azadiyê bibin bersiv.”

Dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin

Narîn Gezgor, herî dawî anî ziman ku her sazî û rêxistin dê xwe bi rêxistin bikin û rêxistinbûyîna hemû sazî û dezgehan bi hevve girêdayî ye û wiha got: “Saziyên demokratîk, kesên sosyalîst, çepgir, demokrat, aştîxwaz û partiyên gelê kurd, divê her sazî û kes xwe bi rêxistin bike û piştgiriyê bide rêxistinbûyîna gel. Hemû pêkhateyên komxebatê bi vê biryardariyê ji komxebatê derketin û berpirsiyarî dan ser milê xwe. Me hamleya birêxistinkirinê daniye pêşiya xwe. Di demên nêzîk de em ê li her derê xwe û gel bi rêxistin bikin. Me tişta winda kiriye li cihê me winda kiriye lê bigerin. Yek ji esasê me yê yekemîn, em ê li dijî polîtîkayên tecrîda ku di kesayetiya Birêz Ocalan pêş dikeve, e mê tê bikoşin, ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşîn, rêxistinbûna xwe û xebatên xwe mezintir bikin û em ê xwebatên xwe bimeşînin.”