Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya 16’ê Îlona sala 2022’yan ku li seranserê cîhanê belavbûyî, nêz dibe. Di vê çarçoveyê de bangên ji bo grevên giştî û çalakiyên bi boneya 2’emîn salvegera şoreşê berdewamin.
Bavê Jîna Emînî Emced Emînî, têkildarî lidarxistina merasîma duyemîn salvegera qetilkirina keça xwe ji aliyê rejîma Îranê ve, ji bo Radiyoya Ferda re axivî.
Emced Emînî ragihand ku ger hikûmeta Îranê wek sala borî zorî û astengî dernexîne, li ser pêşniyarên gel wê roja yekşemê (15’ê Îlonê) merasîma salvegera qetilkirina keça xwe lidarbixin.
Di dewama axaftina xwe de Emced Emînî wiha got: “Em malbata Jîna Emînî, wek her malbateke Îranî ya dilgiran, hez ji kesûkarên xwe yên koçkirî dikin û mafê me heye ku merasîmên li gorî kevneşopî û bîranînên olî yên salane ji bo keça xwe lidarbixin.”
Hêjayî gotinêye ku sala borî rejîma Îranê bi armanca rêgirîkirina merasîma bîranînê ya Jîna Emînî, hemû rêyên diçin Goristana Ayiç ya li Seqîz ku gora Jîna Emînî lê ye, girtibû.