12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romaneke bi çar zaravayan: Sireke hezar salî

Li Kurdistanê cara yekem Romanek bi hemû zaraveyên kurdî tê weşandin!

Romana Ikram Balekanî bi navê “13” bi hemû zaravayên kurdî derdikeve. Roman ji aliyê Weşanên Medan ve tê çapkirin.

Roman wê bi kurdmancî, soranî, hewramî û dimilî lê cuda cuda, her zarvayayek bi serê xwe wekî pirtûkekê tê çapkirin. Pirtûk 70 hezar peyv e û 364 rûpel e. Piraniya mijarê li Rojhilatê Kurdistanê derbas dibe. Roman li Londonê dest pê dike lê li Rojhilat dewam dike. Çapa yekem a Romanê wê meha îlonê were belavkirin. Xwendevanên li Ewropayê dikarin di 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdistanê de li ser standa Weşanxaneya Meymanê peyda bikin.

Ji bo hemû beşên Kurdistanê jî wê çapa taybet çêbe. Wekî din ji bo kampa penaberan a Mexmûrê û ji bo girtîgehan jî wê wekî xelat bê çapkirin.

Di berga dawî ya Romanê de wiha dinivîse:

13 / Sireke hezar salî

“Marîn keçeke ciwan e û li Ingilistanê mezin bûye. Dema ew 13 salî bûye, dayîk û babê wê jê re li bankeyê sandoqekê kirê dikin û emanetekî tê de vedişêrin. Heta nebe 18 salî, banke deriyê sandoqê jê re venake.

Dema Marîn dibe 18 salî diçe emanetxaneya bankê, emaneta dayîk û babê xwe digre. Di sandoqê de tûrikek û di tûrik de jî qotiyek heye. Li ser qotiyê hinek sembolên balkêş hene. Di nava sembolan de hejmara 13 li ber çavan dikeve. Di destpêkê de bala wê nakişîne lê bi demê re li ser difikire. Dixwaze bizane weteya wan sembolan çi ye û ji bo çi jê re hêlane lê êdî dayîk û babê wê çûne û nikare ji wan bipirse.

Marîn rojekê li dibistanê bi rêya hîpnozê diçe dema berê û tiştek dîrokî dibîne, serê wê tevîhev dibe. Ew ji xwe re dibêje “madem mirov dikare bi hîpnozê, dîrokê bibîne, wê çaxê ez jî dikarim bibînim ka ji bo çi dayîk û babê min ev tûrik dane çêkirin û danîne bankeyê.” Biryara xwe dide ku hîpnoz bibe û rastiya tûrik hîn bibe.

Ew bi rêya hîpnozê bi dû sembolên li ser qotiyê dikeve lê piştî demekê xwe di nava macerayeke ecêb a dîrokî de dibîne.

Tevî hemû zor û zehmetiyan ew terka lêgerînê nade û sond dixwe ku rastiya tûrik û ya wan sembolan hîn bibe. Lê rojekê di hîpnozê de tiştekî dibîne, jiyana wê ser û bin dibe. Nikare ji kesî re jî bêje ku di hîpnozê de çi dîtiye…”