Siyasetmedarê kurd Abdûlmelîk Okyay ê ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dihat girtin, beriya ku bê berdan krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Okyay birin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Rêveberên DEM Partiyê yên Erziromê, hevşaredarên bajêr, malbat û xizmên wî piştî agahî girtin li ber Saziya Tiba Edlî kom bûn. Cenazeyê Okyay piştî lêkolîna li Saziya Tipa Edlî radestî malbatê kirin. Cenazeyê Okyay wê sibê saet di 10.00 de li gundê Qirikan a Tekmanê bê veşartin.
Okyay kî ye?
Abdulmelîk Okyay di salên 1980’yî de di dema xwendekariya xwe de tevgera siyasî ya kurd nas kir û jiyana xwe bi têkoşîna parastina mafên gelê kurd derbas kir. Di salên 90’î de di nava Partiya Kedê ya Gel (HEP) dest bi siyasetê kir. Demeke dirêj bû Serokê HADEP’ê ya Erziromê. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê kir. Okyay di salên 90’î de gelek caran hat binçavkirin û girtin. Tevî hemû zextan jî dest ji têkoşîna mafên gelê Kurd berneda. Malbat û hezkiriyên Okyay îro li benda berdana Okyay bûn, lê cenazeyê wî pêşwazî kirin.