12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Reqayê îşkenceya li Îmraliyê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Reqayê kom bûn û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de gotin; “Em ê pergala îşkenceyê teşhîr bikin."

Bi pêşengiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sedan şêniyên Reqayê li dijî pergala îşkenceyê ya ku dewleta Tirk li dijî Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan dimşîne, meşek li dar xist. Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û partiyên siyasî jî amade bûn.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Kevn a Zarokan dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Bi fikrê neteweya demokratîk em ê Komploya Navneteweyî têk bibin”, “Bi îradeya gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” û “Bi rih û felsefeya neteweya demokratîk em ber bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ve dimeşin” vekirin.

Beşdarên meşê li Qada Jina Azad daxuyanî dan. Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo anî ziman ku ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya rêxistinên navneteweyî û CPT’yê de pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Buseyna Ebdo, diyar kir ku paradîgmaya Rêbertî ji şer  û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareserî ye û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare ramanên azad li ser gelên azadîxwaz qut bike. Rêbertî projeya neteweya demokratîk, piransîpên yekitiya gelan, wekhevî û edaletê pêşkêş kirin. Bi saya ramanên Rêbertî jinan mafên xwe nas kirine û di tevahî qadan de rola xwe pêk tînin. Divê tevahî jinên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin yek. Em jinên azad ên Zenûbiya erka me ew e ku bi rêya teşhîrkirina siyaset û pêkanînên sîstematîk ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, Rêbert Abdullah Ocalan biparêzin. Em soza xwe nû dikin ku em ê heya azadiya fîzîkî her tim tê bikoşin û li ber xwe bidin.”

Di dawiya de dayika şehîd Xelef El Boş, Îtab El Kurdî helbestek li ser Rêber Abdullah Ocalan xwend.