Jin kî ye? Jinbûn çi ye? Heke di nav xwezayê de her tişt wek temamkerên hev hatibin afirandin çima jin ewqas qels tên dîtin? Ango biryara qelsbûna jinan li gor kîjan pîvan tê diyarkirin? Heke jin temamkerê mêr, mêr jî temamkerê jinê be wê demê serweriya mêran ji ku tê, bingeha xwe ji ku digire?
Ji bo me jiyan çi ye, divê çi be? Çima em nikarin der barê jiyana xwe, pêşeroja xwe ango têkiliyên xwe de bibin xwedî maf? Sînorê jiyana me ji aliyên kê ve tê diyarkirin? Çima em wek koleyê mêr di nav jiyanê de cih digirin? Em ji roja ku ji dayikbûn me vê kolebûnê qebûl kir ango bi zorê bi me dan qebûlkirin?
Dibe ku bi hezaran bersivên van pirsan hebin an jî dibe ku bersiv ji çend peyvan pêk were û bersiveke pir hêsan be. Lê bersiv ango bersivên van pirsan çi dibin bila bibin rastiyek li holê heye, hişmendiya ku mêran daye avakirin jiyanê ji jinan, zarokan, ajalan û nebatan re dike dojeh. Dibe ku hin kes bibêjin mêr çawa dikarin ewqas tiştan bikin. Lê kesên ku li ser vê fikrê bin tenê carek serê xwe rabikin û li derdora xwe binêrin dê ew zarok û ajalên ku rastî tecawizê hatine, ew jinên ku ji aliyê mêran ve tên kuştin û li ser navê namûsê serê wan tê jêkirin û li kolanan tên teşîrkirin bibînin. Em dibên namûs, namûs çi ye? Heke namûs xwedî derketina li xwe be wê demê çima jinên wek Nevîn Yildirim ku tecawizkarên xwe kuştine di nav çar diwaran de tên hiştin an jî jinên ku xwedî li bedena xwe dertên tên darvekirin an kuştin? Şervanên jin ên ku ji bo xwebûna xwe têdikoşin dema tên girtin ne çima şervaniya wan na ‘jinbûna’ wan tê hedef girtin.
Heke hişmendiya mêrperest ne neyarê jiyanê bi xwe be wê demê çima biryara kuştina ajalan tê dayîn. Çima zarokên wek Narîn tên windakirin. Dewleta ku encama hişmendiya mêrperest e û di îdeaya parastina me de ye çima nikare zarokek winda bibîne yan naxwaze bibîne?
Heke ol ne berhemên hişmendiya mêrperest bin û ji bo me herdu zayenda bin çima em wek xizmetkar tên dîtin û tu daxwazên me nayên pejirandin? Di olan de wek ku guneh tenê ji bo jinan bin dojeh tenê ji bo wan hatibe afirandin tê ragihandin û jiyan li gor wî tê dîzaynkirin.
Ji bo vê mijarê ne hewceye ku mirov li dîrokek kevn binêre. Dema em serê xwe rabikin û li Rojhilata Navîn binêrin jixwe ev rastî tê dîtin. Ji bo mînak mirov dîkare li vir navê gelek dewlet û rêxistinên wek Îran, Erebistan, DAIŞ, Talîban, Boko Haram, El Kaîde… hwd bide. Ji bo mijar baştir were fêmkirin dixwazim çend mînakên şênber bidim.
Dema di sala 1979’an de li Îranê şoreş pêk hat û Humeynî bû desthilatdar di destpêkê de dest bi derxistina qanûnên li dijî mafê jinan kir. Jin ji wê rojê heta niha her roj bi qedexe û zextên cudatir re rû bi rû dimînin. Bi hezaran jin ji ber vê hişmendiyê bi awayeke hovane jiyana xwe ji dest dane. Niha bi hezaran ji wan di girtîgehan de tên dîl girtin. Tişta ku li Îranê jinan anî vê astê çi bû.
Mînakek din Talîban e. Wek tê zanîn Talîban di 2021’ê de li Efganistanê li dijî hikûmeta heyî darbeyek pêk anî û bû desthilatdar. Piştî ku Talîban bû desthilatdar pêşî der barê jinan de dest bi derxistina qanûnan kir. Bi hatina Talîbanê jiyana jinan li gor nav çar diwarên malê hat dîzaynkirin.
Desthilatdariya Talîbanê got ku divê jin bi dengekî ku tenê tê bihîstin di nav gel de biaxivin. Di zagonên wan de dengê jinan wek bêexlaqî tê dîtin. Dibên ji bo ku jin nekevin gunehê divê di nav gel de neaxivin heke axivîn jî divê tenê bi dengekî ku were bihîstin biaxivin. Heke deng heram be jî Xweda deng da ê da da çima tenê li jinan heram kir. Ku Xweda deng dabe herdu zayendan wê demê ev qaîdeyên ku hatine diyarkirin ji aliyê hişmendiya mêrperest ve nehatine diyarkirin? Dema mirov li van tiştên ku li ser me tên ferzkirin û jiyana xwe dinêrin wê demê dubare dubare dibên em jixwe ji mêj ve kolabûn ango hatin kolekirin?
Em werin ser xwe. Em di wê ferqê dene ku tên kolekirin. Wisa be em ê li dijî vê kolekirin û kolebûnê çi bikin. Dema em li çareseriyek û hêzek bigerin wê demê divê em serê xwe rabikin û li wan çiyayên jor binêrin. Ew çiyayên ku îro ji hezaran hêviyan re bûye hêlîn. Ango ew girtîgehên ku di rastiya xwe de çar diwar in lê bi rastiya jinan bûne deryayên heqîqetê û pêl bi pêl li nav jiyanê pelav dibin.
Kesên dixwazin xwe ji wan zincîrên ku hişmendiya mêrperest daye avakirin xelas bikin divê li têkoşîna ku jinan li Rojava li dijî ew çeteyên DAIŞ’ê da, li têkoşîna jinan a ku di nav zordariyên Îranê de bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dan û ew jinên efqan ên ku Talîbanê jiyanê li wan tarî kiriye lê li ber xwe bidin binêrin.
Dema em hêza xwe ji van têkoşeran bigirin di demeke nêz de em ê azadiya xwe, bi azadiya xwe re azadiya zarok, ajal û hemû xwezayê bi dest bixin.