Çavdêrê siyasî Kawa Nadir Qader der bare qetilkirina 2 rojnamegerên jin de nirxandin kir û got: “Dagirkerî bi hevkariya çar dewletan pêk tê. Bi êrîşên li dijî rojnamevanan dixwazin rastiyê veşêrin.”
Ji 23’yê tebaxê heta niha Tirkiye bi hevkariya PDK’ê bi SÎHA’yan 4 êrîş pêk anîn û di van êrîşan de 2 ji wan rojnameger 10 welatî qetil kirin. Tirkiye di salên dawî de bi SÎHA’yan êrîşên li dijî welatiyan zêde kirine û bi dehan welatî qetil kirine. Lê heta niha parazvanên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û dadgehên navdewletî li dijî van êrîşan dengê xwe nekirine. Ev nîşan dide ku hemû êrîş bi hevkarî û şirîkatiyê tê kirin.
Der barê êrîşên dawî de çavderê siyasî Kawa Nadîr Qader li ser qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahaddin nirxandin kir û got: “Balafirên tirk ên bêmirov di 23’yê tebaxê de rojnamegerên Weqfa Medyaya Chatar Gulistan Tara û Hêro Bahaaddîn kirin armanc. Êrîşa li dijî rojnamegeran sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li gorî zagonên mirovî ya navneteweyî ya banda 79/Cenevra 1949’an sûc e. Xalên 3 û 19 ên rêziknameya Mafên Mirovan a 1948’an binpê kirine. Sûcê li dijî DMME’yê ya 2010’an e. Li dijî banda 34’ê ya biryara 1758’an a Encumena Ewlekariyê ya sala 2006’an e. Binpêkirina serweriya başûrê Kurdistan û Iraq û metirsiya li ser yekparçeyiya axa wê ye.”
Bexdayê başûr da Enqereyê
Nadir Qader da zanin ku bi taybetî piştî peymana 15’e tebaxê ku di navbera Bexda û Enqereyê de pêk hat, başûrê Kurdistanê firotin û wiha got: “Tirkiye û Iraqê bi peymana ewlekarî û leşkerî ya di 15’ê tebaxê de li Enqereyê imze kirin, başûr kirin parêzgeheke Tirkiyeyê. Ev operasyonên leşkerî nişan dide ku çar welatên dagirkerên Kurdistanê (Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê) ji bo ku Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir bike bûne yek.”
Nadîr Qader destnîşan kir ku jibo rê li pêşiya nûçeyên rastiyê nîşan didin bigirin rojnameger û medyayê dikin armanc û wiha lê zêde kir: “Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamegeran û welatparêzê Kurdstanê, beşek siyaseta bêdengkirina civakê ye. Naxwaze binpêkirina mafan bê dîtin û bihîstin. Naxwazin kiryaren Tirkiyeyê bêne dîtin.
Qader, bilêv kir ku rêkeftina ewlekariya di navbera Enqere û Bexdayê de dikare weke pêngavek ji bo bihêzkirina hevkariyên ewlekarî û leşkerî di navbera her du welatan de bê dîtin. Dixwazin li hemberî şoreşgerên kurd hêza xwe bikin yek. Armanca sereke ya vê rêkeftinê hevrêzî û pevguhertina zanyariyên istixbaratî û hevahengiya operasyonên leşkerî û ewlehiyê di şerê li dijî gerîlayên PKK’ê de ye.
Kawa Nadîr Qader herî dawî bibîr xist ku ev rêkeftin dê kêşeyan di navbera gerilayên Kurdistanê û hezên Tirkiye-Iraqê de kûrtir bike.”