Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana xwe ya yekem a ji bo derveyî welat li Iraqê pêk anî. Serokwezîrê Iraqê Muhemed Sûdanî û serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi beşdariya şandeyên ji her du dewletan li koşka hikumetê ya li Bexdayê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê “Di civînê de tevkariya di navbera her du welatan de û xebatên komîteya bilind a hevbeş a Iraq û Îranê ku dê li Bexdayê bicive, hatin gotûbêjkirin.”
Hate ragihandin ku rayedarên herdu welatan tevkariya ewlehî, peyamên ewlehiya hevbeş û tevkariya di warê enerjiyê de nîqaş kirin.
Her wiha hate zanîn ku di civînê de têkildarî şerê Îsraîl û Hemasê nêrîneke yekpare derket pêş. Hate destnîşankirin ku rayedarên Iraq û Îranê xwestin qirkirina komî ya li dijî filistîniyan were rawestandin û gotin, divê civata navneteweyî berpirsiyarên xwe di vî warê de bi cih bîne.
Di daxuyaniya nivîsgehê de hate gotin, rayedarên herdu welatan 14 peymanên têkildarî, aborî, tevkariya perwerdeyê, civakî, werzîş, çand, huner, şûnwar, fêrkirin, ragihandin, peywendî, torîzmî, tevkariya herêmên azad Iraq-Îranê, çandinî, jêderên xwezayî, post, parastina civakî, perwerdeya pîşesazî û hunerî û tevkariya bazirganiyê de îmze kirin.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, peyman ji aliyê wezîrên karên derve û pazirganiyê yên Iraqê, wezîrê Yekitiya Odeya Bazirganiya Iraqê û wezîrên karên derve û yê aborî yên Îranê ve hatin îmzekirin.