Li topografya Kurdistanê dimenekî sinematografîk heye. Ev dîmen, encama arşîv û planên li ber van arşîvan têne çikirin e. Arşîv û planên nû jî, encama zihniyeta “naziwarî” û propagendeya Dr, Goebels in. Îmajên jiyana rojane û kiryarên di şerê li herêma Başûrê Kurdistanê de têne dîtin, hem dilşewetî ne û hem dilê mirov dixelînin.
Zirav û gurçikên, bedana Kurd tejî kevir, dilê bedena Kurd jî têjî xwîna reş bûye. Derfetên bikaranîna neşterê jî nine. Êş jî her diçe dijwar dibe. Çima? Ji ber ku êş û kederên di bedena Kurd de, ji hundirî ne. Ev jî rewşeke ji ya cîhanê cudatir derdixe hole. Li cîhanê, dîrok piştî bûyeran tê nivîsandin, li Kurdistanê wajî vê yekê, dîrok bi bûyeran re tê nivîsandin. Ne ecêb û ne seyre; destînî-çarenusa mirovaniyê bi Kurdistanê ve hatiye girêdan. Ji bo vê jî di dîmenê sînematografîk de, kulma serdestan û miratzedeyên dewşirme, ne yeko yeko, kuşimat li gelê Kurd û Kurdistaniyan tê xistin.
Rêber û Tevgera Azadiya Kurd û Gelê Kurd, weke Gîordano Bruno, li ser loda (koma) daran hatine danîn û dixwazin kişûmat bişewitînin. Lê tu agir nikare evîna azadiyê tune bike. Dijberî wê her geş dike.
Bruno, feylesofeki Itali ye, ji sedema ku li dijî paşverûtiya dêrê derket û got; Xweda ji bo ku îradeya xwe ya li ser rûyê erdê sazkar bike, mirovên baş bikartîne, lê mirovên xerab yên li ser rûyê erdê, ji bo îradeya xwe serdest bikin Xwedê bikartînin”, bi kuştinê hate cezakirin. Di wê serdemê de cezayê kuştinê, piştî êşkenceya giran, şewitandin bû.
Dema ku dadger, biryara kuştinê li pêşberî Bruno eşkere dike, dibêje: “Dema hûn mirina min radigihînin jî, hûn hê bêhtir ji min ditirsin”. Lê gotina balkêş ku bûye wek gotineke pêşiyan, gotina Bruno ya li ser koma darên ku wê bedena wî bişewitînin e. Dema ku agir bi koma daran xistin jî, Bruno berê xwe dide gel û diqîre; Tu agir nikarin rastiyê bi şewîtinîn.
Dadgeha li Girava Imraliyê û dadgehkirina Rêber Abdullah Ocalan jî engizisyon bû. Hin kes weke sîstema Apartheid bi nav bikin jî, engizisyon e û tarîtiya sedsala serdema me nîşan dide. Apartheîd, li hemberî sîstema Imraliyê sivik dimîne.
Ocalan, di pirtûka yekemîn a “Şaristani- Serdema Kralên bi Maske û Kralên Nixumandi” de, dibêje: “Bi îxaneteke ku menendê wê li cîhanê tune ye” re rû bi rû mam. Ev îxaneta ku menendê wê li cîhanê nîne dewam dike. Bi êrîşên dagirkirina Herêma Başûrê Kurdistanê û helwesta desthilatdariya Hewler û Baxdayê ketiye qonaxeke nû!
Gelê Kurd, di serdemek ciddî û metirsînî de ye. Di serdemên ciddî û metirsînî de, kesên bi bextreşî haraket dikin, bi telaqreşî, bi maske û ahmeqiyên îdeolojîk tevdigerin û bi zimanê dijmin diaxivin zêde dibin. Sedûbîst sal in, Kurdistanê di germa dojehî de ye û Beko Ewan jî zêde hene.
Ya balkêş ew e ku, ji serdema nivîskarê “Anabasîs” Ksenophon û heta îro, ji pirtûkên dîrokî, bîranîn, geştûger û lêkolînan de tê dîtin, kevirê bingehîn yê şaristaniya gelê Kurd, ji ya gelên cîhanê ne cûdatir e, lê destîni-çarenûsa lîderên gelê Kurd, bi taybetî piştî şerê Çaldiran- Çardêran-Çildêranê û vir ve, ji ya lîderên cîhanê cûdatir e.
Ne dabaşa me jî be, lê ji bo rastiya Kurdan û mekanîzmeya derewên dewşîrmeyên Îttîhat û Terakî û mîratzedeyên wan werin fêhm kirin, em çendikekê vekin: Di sedema Osmaniyan de; eyaleta Amedê 19 sancak bûn, 5 desthilatdarî ne, 11 ji van eyaletan girêdayî Osmaniyan ne, 7 eyalet serbixwe ne û xwedî dahol in! (Dahol tê wateya serxwebûn û dewletê. Artêş jî bi daholê radibe.) Eyaleta Wanê, 20 sancak in, lê ne xwedî dahol in…
Eyaleta Baxdayê 18 sancak in, 7 sancak girêdayî Osmaniyan e, 11 eyalet serbixwe ne, xwedî dahol in! Bi taybetî eyaleta Imadiye û Oştî xwedî hêzek mezin in!
Eyaleta Halebê, 2 eyaletên Kurd yên xerbixwe hene! Eyaleta Şamê 10 sancak hene, 7 sancak girêdayî Osmaniyan e, 3 sancakên serbixwe yên Kurdan hene.
Di pirtuka Prof. Dr. Şerafettîn Turan a bi nave “Taksimata Îdarî ya Osamni” de jî dibêje; 16 eyaletên Kurdan ên serbixwe hene; Hazro, Cizîr, Egîl, Tercîl, Palu, Kix, Genc, li Amedê jî; Bedlîs, Hîzan, Colemêr-Hakkarî, Mhmudî, Ekrad-Wan…
Ev agahî, bi heman rengî di Îslam Ansiklopedî, xala “Kurd” de jî hene…
Ya balkêş; 37 sal in herêma Başûrê Kurdistanê azad e, bi Destura Bingehîn a Iraqê û di hiquqa navneteweyî de fermî ye. Lê nebûye xwedî dahol!…
Piştî van agahiyên kronolajîk em vegerin ser dabaşa xwe: Weke her gelî li ser mitikê pîramîda Kurdan jî Xweda heye. Aqilê Kurd, her dem xeşîmên tarî ronîkirine, bûne çavkaniya çareseriya kaos û krîzan. Mînak; Selahaddinî Eyyubî, Eba Muslîmî Xoresanî û gelek kesayetên wekî El Cîzîrî- Ismaîl Ebul-îz El Cizîrî… Îro jî Abdullah Ocalan, Peymana Medîna wek mînak dide û rastiya ola Islamî bi befirehi daniye hole. Îslama Muaviye û Yezîd mahkum dike!
Xala duyemîn: Paradîgmeya Abdullah Ocalan, weke çavkaniya çareseriya pirsgirêkên ji sîstema netewe-dewletan derketine tê dîtin. Ev sîstem hem bingeha demokasiya rast e, hem alternatîfa azadî û aştiyê ye, hem jiyana hevreyî ya wekheviyê misoger dike. Ev aqilê alternatif e, li hemberî dîroka fermî jî dîroka gelan e. Ev sîstema li derî netewe-dewletê, li ser 2 stunan tê vakirin; yek, federalism e, du, siyaseta demokratîk e. Edî mirov dikare bi berfirehî li ser baskên civakî, ekolojîk û hwd. raweste!
Aqilê netewe-dewletê, her dem nijadperest e û bûye çavkaniya Dojeha Dante! Dantê, di dojeha xwe de, Selahaddin. Eyubî ne şewitandiye, ew li arafê hiştiyê. Lê hêzên hegemon ên îro, ji hest û nirxên însanî dûr in, bi sistemek “nazîwarî”, afirgerê sîstem û siyaseta demokratîk û çavkaniya çareseriya pirsgirêkên netewe-dewletê, Abdullah Ocalan kirine bin tecrideke giran. Biqasî Dante bi însaf tevnegeriyan û ademiyet li ber çavan negirtine. Mixabin peymanên mafên mirovan, qanun û hiquqa gerdunî jî binpê dikin û dohjehek avakirine. Hem gelê Kurd, hem lîderê Kurd û hem Tevgera Azadiya Kurd, ku tenê daxwaza mafên demokratîk dikine, bi awayekî “xezebî-dirrindeyî” bi şêvaza engizîsyonê, li ser koma daran danîne û dixwazin bişewitînin.
Lê karesata dilbiêş helwesta PDK’ê ye ku tevlî dîroka montaj a dewşîrmeyan bûye û di “sifir îmaj” de cih girtiyê ye.
Di dîmenê sinematografîk de; dewleta Tirk, AKP û Erdogan, ji bo Kurdan tune bikin, bi PDK’ê û Barzaniyan re hevkariyê dikin. Dewleta Tirkiyê 37 sal in, Erdogan û AKP’ê 22 sal in, navê Herêma Kurdistanê bikar nanîne. Dibêjin Bakurê Iraqê. Di destpêkê de ji bo Barzaniyan digotin, serokeşîr in, ew nikarin bibin muxatabê çawişên me. Lê îro, bi planekî fitneya “akopolîtîk” haraket dikin… Ev fînala dawî ye, yanî planê dewleta Tirk û Erdogan, kadastrofîk e û eger PKK têk biçe, wê bedena PDK’ê û ferdên malbata Barzanî yeko yeko deynin ser kevirê teneşîrê!…
Esseh û sahîh û teqeze ye ku, şerîata AKP û Erdogan, wê şerîata Barzaniyan û PDK têk bibe.
Divê her kes vê rastiyê, ne di çarçoveya îdeolojîk de, di çarçoveya rastiya gelê Kurd û Kurdistanê de binirxîne.
Dewleta Tirk, xwe mîratzedeyên empereatoriyê dîbînîn û bi diruşmeya “kizil-elma sêva sor” haraket dikin. Di vê diruşmeyê de qirkirina Kurdan heye. Ev jî tê wateya tofana mezin. Her dem û di her desthilatdariya dewleta Tirk de, Misakî-Millî armanc bû. Dagirkrina Kurdistanê, girtina Kerkûk û Musilê di rojeva Menderes, Ecewît û Turgut Ozal de jî hebû.
Di sala 1990’î de, di şerê yekemîn yê Kendavê de, Serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal, dagirkirina herêma Başûr, standina Kerkûk û Musilê kire rojava Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Dewletê, Serfermandarê Artêşa Tirk Necîb Torumtay, qebûl nekir û got: Emerîka desturê nade û artêş jî ji bo vî karî ne amade ye. Pîştî Necib Torumtay, Org, Dogan Gûreş bû serfermandarê artêşa Tirk, Turgut Ozal kuştin, dêlegura Tansu Çîller kirin serokwezîr û dest bi nêçîra karsaz û siyasetmedarên kurd kirin. Gav bi gav hizbulkontra û JITEM kirina nava liv û tevgerê.
Dîroka fermî û rastî ev e, di klîmatên dewşîrmeyên Îttîhat û Terakkî de, her dem xapandina Kurdan hebû û heye. Yanî organizasyona topografîk ya AKP Erdogan- MHP- Bahçelî kişumat tunekirina Kurdan e. Şerîata AKPe îdeolojiya îslama fetihçî ye, şerîata MHP jî, îdeolojiya dagirkeriya turanîst e!… Îdeolojiya PDK’ê nine, eger hebe jî, di hevkariya bi dewleta Tirk re, tune bûye û nema dikare îradeyekê nîşan bide. Diyalektîka mejî û dîrokê winda kiriye!
Ne tenê îmaja siyasi û civakî, îmaja multî medya û aborî ya PDK’ê jî, bûye parçeyek ji şerîata AKP-Erdogan-MHP-Bahçelî-HUDA-PAR-Hizbulkontra!…
Pirsa esasî, bi hişmendi û şêwaza diyalektîka mêjî, nêrîna li dîmenê Kurdistanê ye. Yanî dîtina plane topografîk e û di aliyê “bîr, têgihiştin û hiş û raman de nirxandina hesabên matematîkî-topolojîk e. Em, macbur in weke diyalektîka dîrokî, di ser hişmendî û li derî îdeolojiyan, li ser pirsê rawestin. Dema mijar dibe Kurdistan û azadî, ideolojî li aliyekî dimînin, bi taybetî jî dema dijmin bi armanca dagirkinê êrîşên qirkirinê, ji erd û ezman dide destpêkirin, tenê têkoşîna li dijî dagirkeran li masetê dimîne. Tu bahane nayên qebûlkirin, hele û hasseten hevkariya bi dijmin re, musîbet e!
Vêca derfet jî hene û ev derfet, mecalê didin ku Kurd di qada diplomatic û qada siyasî ya cihanê de gavan biavêjin. Nêzî 70 xelatgirên Nobelê, eger pirsa Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan kiribin rojeva xwe; eger sendîqayên herî mezin yên Ewropa, pirsa Kurd û Rêber Ocalan kiribin rojave xwe, êdî em nikarin weke mêşa hingiv tenê keda bedenî bigirin dest, pêwistî bi tevgera mêjî û zemtkirina diyalektîka dîrokê û rastiya serdemê heye. Ev jî di beden û xwîna felsefyea Kurd de heye û mumkun e.
Ji ber ku tu nav li bejna faşîzma miratzadeyên dewşîrmeyan nayên, em ê gotina, “nazîst”, “apartheidîst”, “flortîzma bi hêzên global” re bikarbînin û bêjin: Erîşeke global ya teybet heye, xewn û xayel, hêvî û daxwazan dikujin. Şerma qirêjî, kirêtî û bêahlakiya endustriyel heye. Ez dubare bikim, ahlakê “neştervaniyê” jî hatiye tunekirin. Bala xwe bidine seqet û birîndarên artêşa Tirk, ji serdema şerê neteweyî (!) bi gelekî zêdetir in. Desthilatdariya AKP/MHPê, ji bo ku vê hejmar û karesata mirovî winda bike, ji wan seqet û nexweşan komên spore ava dike û diwaze civakê kor, lal û kerrende bike. Ji formula çareseriya pirsgirêka Kurd bêhtir, formula staocu bijartiye. Ev siyaset wê birîna civakan kûr û zêde bike, dewleta Tirk wê bi nexweşiya emperetoriya Osmanî ye serdema dawî bikeve û li ser kevirê teneşîrê dirêj bibe. Formul jî, derfet jî, rê jî diyar e, ew jî sîstema demokratîk ya Ocalan e û bi vê formulê jî dewlet jî parçe nabin.
Vê bîrdozê hem îdeolojiya Îslama fetîhçî, hem hişmendiya talana dewşîrmeyîn Îttîhad û Terakkî, hem siyaseta dagirkerî û mûstemlekeya Rojavayiyan mahkum kiriye. Bêguman wê êrîşa global jî berteref bike.
Li eniya Kurdan jî, rewşeke ji statocitiya AKP/MHPê xerabtir heye. Sîstema yekdestî û yek desthiladariya 37 salan ya li herêma Başûrê Kudistanê, demxeyek reş ya li dîrokê ye. Ne sîstemên kralîyet û mîrekîtiyên Ereban temsîl dike, ne jî kevneperestiya feodalî û tarîqatî temsîl dike!… Sîstemek ûtopîk ya qesr û qonax-malîkaneyan heye. Lê ya xerab ew e ku evsîstema malîkane û xanedaniyê, bi karsazî û karbidestiya li ser bedeneke felsefîk û keddariya sekreteriyata mêşa hingiv ne hatiye avakirin e.
Balkêş e , terîqatên li Kurdistanê, bi taybetî Neqşîbendî civakî ne û civakan diparêzin. Lê Terîqata Neqşîbendî ya li herêma Behdîna, bi saya Barzaniyan felc bûye.
Beriya êrîşên dewleta Tirk yên dagirkeriyê, Kurdên li herêma Başûr bi xeyalên Don Quichote li asoyên paşrojan dinêrin. Piştî êrîşên dewleta Tirk û avakirina noqteyên kontrolê, dîtin ku desthilatdariya PDKê, bûye Sancho Pancho, ew jî murşikestî bûn. Ji xwe, berê jî desthilatdariya Sancho Pancho, li pêşiya pêşketinên entelektuelî û demokrasî asteng bû. Artêşa Tirk dema kete herêmê, hemû paşverûtiya sedsala 19mîn, îstîbdada Abdulhamîd û nijadpesretiya faşîzan ya li “turkî” bi xwe re birin herêmê. Ev siyaseta faşîstên dewşîrme, di nava sed salî de, li Tirkiyê bûye bingeha bawerî, hafize û siyaseta Kleopatrawarî. Wê vê siyasetê li Başûr jî rûnîne.
Ji tu kesî re û ji tu gelan re, azadî ji ezman ve nehatiye dayin. Divê Kurd jî nekevin nava xamxeyalên platonik. Feylesofên cîhanê, behsa hişmendiya entelektueliya demokratîk ya Rêber Ocalan dikin. Ev ji bo Kurdan firset û çavkaniyek mezin e. Bi taybetî di vê serdema ku cîhan ketiya nava şerekî ku sînor, dem û mekanê wê ne diyar in, ji bo Kurdan jî, ji bilî hişmendiya entellektueliya demokratîk, tu helwdan encamê nadin.
Di akademiyên huner, artistic, muzîk û teatrotîk de, ji bo şagirtan, dersên coşa ruhî, germahî û agirê coşa bedenî têne dayin. Tu coşa bedenî, tu germahî û agirê coşa bedenî, ji coş û germahiya agirê azadiyê mezintir û bihêztir ninin.
Wek Biruno jî dibêje, tu agirê koma daran, nikarin coş û ruhê vegotina rastiyan û hêza bi evîna azadiyê xemilandî tune bike.