Di salên 2008- 2009’an de di doz li xwediya rojnameya Azadiya Welat Emîne Demir vebûn. Piştre 138 sal cezayê zindanê li Emîne Demir birîn. Demîr serî netewand û li çiyayê azad karê rojnamegeriyê berdewam kir.
Beriya ku bibe Rosîda ew Emîne bû. Emîne ya ku di nava kar û xebatên rojnameya Azadiya Welat de bi rûyê xwe yê biken û çavên xwe yên fedyok di demên herî tarî de wekî findekê vêdiket. Emîne wekî pinpinîkeke rengîn bû ku çawa dema xwe li ser kîjan kulîlkê deyne bi harmoniyeke bêhempa rengîniya wê kulîlkê balkêş dikir.
Di wî temenê xwe yê biçûk de pêşengiya karekî mezin dikir û li çand û zimanê kurdî xwedî derdiket. Emîne di demeke wiha de bû gerînendeya rojnameyê ku dewletê bi hemû şêweyên xwe astengî û zordarî dida pêşiya rojnameyê. Di wê demê de ji bo kesek nebe xwedî û gerînendeyê rojnameyê dozên giran li wan vedikirin û bi sedsalan cezayê zindanê li wan dibirîn.
Tevî ku Emîne ew tişt tev dizanibûn lê dîsa jî ew barê giran da ser milê xwe û çavên wê yên wêrek ji wan cezayan netirsand.
Di salên 2008- 2009’an de di encama dozên ku li xwediya rojnameya Azadiya Welat Emîne Demir hatin vekirin de 138 sal cezayê zindanê dan Emîne Demir. Ji wê rojê şûnde êdî Emîne pişta xwe da feleka rûreş û zordariya bextreş û berê xwe da çiyayên azad.
Wekî çivîka ku nû bi firê bikeve li serê wan çiyayên serbilind digeriya. Emîne êdî bû Rosîda û li wan çiyayan bû sembola kar û xebatên çapemeniya azad.
Bi xebatên xwe yên çapemeniya azad, li çiyayên azad digeriya. Bi pênûs û wênekêş û kamereya xwe tola xwe ji zordestan hildigirt. Bi bîr û baweriyeke mezin û bi ruhekî şoreşgerî siya xwe dida hemû çiyayên welatê xwe.
Êdî awirên wê yên fedyok jî bûn awirên bazekî bêtirs û xof, li wir bi azadî nivîs û nûçeyên xwe amade dikirin. Rosîda 14 salan li çiyayên azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê kirin. Wekî karxezalekê xwe ji latekî davête latekî.
Rosîda ya me çiya bi çiya, lat bi lat û şikeft bi şikeft li azadiya welatê xwe digeriya.
Sosin bi sosin li xwîna egîd û pakrewanan dipirsî
Lat bi lat navê pakrewanan dinivîsand
Êdî ew çiyayên serberz tev li bîna hembêzkirina te dipirsim
Tîrêjên ku berbangê herî pêşî temberîka çiyan şeh dike çavên xwe li Rosîda ya xwe digerîne
Lê mixabin wê nabîne
Kulîlkên çiyayê bi bîna te xemilandî êdî bêmad û mirûs bûne ma wê ji kê re xwe bixemlînin.
Dizanim karxezala çiyayên asê
Ji wê rojê de
Her berbanga sibê
Tîrêjên rojê zinar bi zinar çavên xwe li te digerînin
Şikeft bi şikeft xwe dirêjî nava tarîtiyê dikin
Li pêjna te digerin
Şîlan bi şîlan serê xwe radikin û dest ji sernixumiya xwe berdidin li rengên hinarkên rûyê te digerin
Sosin bi sosin li wan çiyayên serbilind li bîna evîna te digerin
Sosinên fedyok piştî te nema nema xwe ji wênekêşan re dixemlînin
Bêyî te wê xwe bi çi rûyî û ji kê re bixemlînin.