12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev êrîş beşek ji şerê giştî ne

Îro em dibînin ku di her warî de pêkotî û êrîşên hovane li dijî ziman û çanda me tên kirin lewre divê xwedîderketina li ziman û çanda me jî di asta herî jor a parastin û xwedîderketinê de be.

Di vê dema dawî de êrîşên li dijî çand û zimanê kurdî zêde bûne. Ji ber govend û stranên kurdî di dema dawî de gelek kes hatin girtin û herî dawî li Stenbolê welatiyekî kurd ê ji Dihokê ji ber axaftina bi kurdî hate kuştin.

Me xwest der barê vê hişmendiyê de bi hevserokê saziya SOZDER Eyûb Guven re hevpeyvînekê bikin. Pirs û bersivên me yên der barê mijarê de wiha ne:

Ji kerema xwe tu dikarî hinekî behsa saziya SOZDER bikî, kengî û çawa hatiye avakirin û armanca wê çi ye?

SOZDER, ji navê xwe jî tê xuyakirin, Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî ye. Armanca komeleyê ji navê xwe aşkere ye. Li ser xebatên çand, dîrok, wêjeya devkî çi hebe berhev dike, bi berhevkirinê re arşîv dike, di heman demê de dike berhem û cihê ku heq dike bi cih dike. Ji ber vê çand, folklor û gencîneya devkî çi hebe; di serî de ji çîrok, meselok, ferheng, fabel û her wekî ji van cihêtir, berhevkirina berhemên cih û warê dîrokî, erdnîgarî, taybetiyên xûsusî ku bûne malê gel, dê bêne tomarkirin û belavkirin.

Navenda komeleyê her çiqas li navçeya Dêrika çiyayê mazî ya Mêrdînê be jî, li gor şert û mercên cîhana nû û teknolojiya niha, mirov bi her awayî dikare bigihêje hev û xebatan bimeşîne. Di 15’ê Gulana 2024’an SOZDER hat damezrandin. Û di roja damezrandina xwe de, li Dêrika çiyayê mazî bi dayina panelekê hem roja cejna zimanê kurdî û hem jî bi vê roja xwe re damezrandina SOZDER’ê pîroz kir.

Di serî de hûn wekî SOZDER’ê van êrîşên li dijî ziman û çanda kurdî çawa dinirxînin, sedema zêdebûna van êrîşan çi ye?

Van êrîşên vê dawiyê li ser çand û zimanê kurdî ku têne kirin, ne ji îro de ye, ji berê ve heye. Li gor teknolojiya berê gava ku mirov dide ber hev, îro hîn bêhtir û bi hêsanî dikare bikeve nava raya giştî. Ji ber vê bi rihetî bal tê kişandin û têne ber çavan. Pergal duh çi bû, îro jî ew e û tiştek ne ji pergalê û ne jî ji hişmendiya ku pergalê daye avakirin nehatiye guhertin. Sedemê êrîşan jî ku îro li gor êrîş û pisaftinê berxwedanek û parastinek heye. Ji ber vê bêtehamûlî û rûyê wanî veşartî xweş derdikeve holê. Em baş bala xwe bidinê, her çiqas nûha li gor demê berê êrîş li ber çavan bin jî, li xwedîderketina ziman, çand, bîr û boçûnan hîn bêhtir heye û xwedîderketin û xweparastinek di asta  herî jor de derdikeve meriyetê.

 Tu dikarî hinekî behsa kar û xebatên ku heta niha di bin banê vê saziyê de hatine kirin bikî?

Di 15’ê gulanê de me panelek ji bo na roja zimanê zikmakî yên cihanê lidar xist. Hogir Berbir û Herdem Mervanî wek panelîst beşdar bûn. Di vê pêvajoyê de em beşdarî mihrîcana Dêrsimê bûn û belavokên danasîna SOZDER’ê belav kirin. Bi boneya qetilkirina  Şêx Seîd û hevalên wî , li ser medya civakî daxuyanî hate parve kirin.

Her wekî din me serdana gelek sazî û rêxistinên civakî kir,(DEM Partî, DBP, KESK, Baro , ÎHD’ê ya Mêrdînê, şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyên Mêrdînê.  Armanc û hedefa komeleya xwe bi wan dane naskirin. Hevalên me yên di rêveberiyê de ne û her wiha endamên me, her yek ji wan di warê xebatên xwe de pirspor in û di vî warî de ez bawer im wê li gor plansaziya ku me daye pêşiya xwe, xebatên giranbûha bêne kirin.

Ji 19’ê îlonê heya 21 îlonê li Stenbolê  em ê beşdarî mihrîcanê bibin. Di cotmehê de li Mêrsinê em ê beşdarî fûara pirtûkan bibin.

Ji bo na tendurisiya nexweşên girtî li ber zindana Mêrdin daxuyanî hate dayîn û em beşdarvanê vê çalakiyê bûn.

Hûn wekî SOZDER vê nakokiyê çawa dinirxînin, li aliyekî qaşo dewletê kanaleke televizyonê ya kurdî vekiriye û tevahiya rojê weşana xwe bi kurdî dike, li aliyekî din tehemûla wan ji bo 2 gotinên kurdî ên ji bo trafîkê li ser cadeyan hatibûn nivisandin tune ye, ev nakokiyeke çawa ye?

Her çi qas pergalê di hin waran de tiştêb berbiçav dide kirin, ên wekî TV, Radyo û hin tiştên din, ne ji ber ku heyranê çavê me ye, di vî warî de bi ziman û çanda gel, çi qasî dikare gel ji rastiya gel dûr bixe tev digere. Tişta ku di weşanê televizyona ku didin, ji pişaftin û rûpoşîkirina rastiyê pêve çi dikin. An jî ji revok û ji çand û wêjeya gel wêdetir çi tîne pêşiya gel? Gelek tişt ji berê ve li ser vê çîrokê hatiye gotin û xêzkirin. Pergal çi dike, dixwaze li gorî xwe bike û xwe xwedayê her tiştî bibîne. Naxwaze gel, rêxistin û saziyên nava gel vî karî bike. Bo wê êrîşên wiha ji berê ve heye û heta ku hîşmendiya pergalê ev be, wê wiha berdewam bike.

Nakokiyeke din jî bi kuştina welatiyekî ji Dihokê yê bi navê Lokman Hekîm derkete holê, ji aliyekî têkliyên xwe di her warî de bi desthilata başûrê Kurdistanê re dikin li aliyekî din tehemûl nakin ku kurdekî ji Dihokê li Stenbolê bi kurdî biaxive, Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Van êrîşan, ji êrîşên li ser xaka başûrê Kurdistanê têne kirin ne cûda ne.Pergalê bi vê hişmendiyê her der û her qad girtiye dest xwe, li gorî xwe mirov afirandiye û dema ku hewce dike bi rêya van kesan derdikeve qadan, dest bi êrîşan dikin. Piranî jî vê hêzê ji nakokiyên nava tevgerên ku dibêjin em tevgerên gel in digirin, ên mîna PDK û her wekî din. Ger ku PDK ê duh nehişta pergal li ser erda başûrê kurdistan êrîş pêk bianiya, wê îro Lokman Hekîm ê dihokî ku ji ber bi kurdî axivî şehîd neketa. Rûyê îxaneta di nava kurdan de xwe dide der, dibe sedemê ter û hişkan bi hev re bişewitîne.

Ji bo arşîvkirina xebatên çand û wêjeyê yên devkî berhevkariyeke baş pêwîste, di wî warî de çi xebatên we hene û kêmasiyên we çi ne? 

Bi qandî xebatên ku hatine kirin ji aliyê komele û enstîtuyan, em jî vî karî digirin ser xwe û dibêjin em ê karibin bo çand û dîroka kurdî xebatek e giranbûha bidin kirin.

Di lêkolînên weje, dîrok û çandê de we encamek çawa bi dest xist. Heta niha çanda kurdan çawa xwe parastiye. Rewşa heyî di çi astê de ye?

Dengbêjên me mînaka sereke ye. Pêre dayik û kevneşopiya li cih û warên me mînakên sereke ne. Em çi qasî li vê mîrateyê xwedî derkevin, em ê karibin di her warî de biparêzin û bikin malê pêşerojê.

Eyûb Guven kî ye?

Nivîskar Eyûb Guven xelkê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Ji salên 90’î û heta niha cihê xwe di nava gelek sazî û rêxistinan de girtiye. Ji DEP’ê heta bi OZDEP, HADEP Û DEHAP’ê di nava tevgera siyasî de cih girtiye, Niha jî hevserokê SOZDER’ê ye.