Balafirên şer ên dewleta tirk di 1’ê Îlonê de li çoltera Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê êrişa hewayî pêk anîbû. Di êrîşa hewayî de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên ku parçe bûbûn û nehatin naskirin, birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê. Piştî testa DNA’yê hate zanîn ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye, endamê HPG’ê Selman Dagdelen (Piling Devran) e.
Li ser vê yekê malbat hat Mêrdînê û cenazê kurê xwe ji morgê girtin. Cenazeyê ku malbatê bir navçeya Nisêbînê, derengî şevê gihişt Goristana Hecaceyê. Polîsên ku goristan dorpêç kirin, destûr da ku tenê ji ferdên malbatê dayik, bav û birayên Dagdelen tev li merasîma veşartina cenazeyî bibin.
Polîsan destûr nedan ku xwişkên Dagdelen, rêveberên MEBYA-DER û welatî beşdarî merasîma veşartina cenazeyi bibin. Piştî ku malbatê cenaze veşart, li mala xwe şîn danîn.
Hat dîtin ku li morgê cenazeyek din jî tê rawestandin.