12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SÎHA ya tirk Mexmûr bombe kir

Dema şandeya NY’ê li Mexmûrê bû, balafira şer a dewleta tirk a bê mirova (SÎHA) malek bombe kir.

Balafira şer a dewleta tirk li semta Du ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê beriya çend deqeyan malek bombe baran kir. Der barê encama êrîşê de hêj agahî nehatin parvekirin. Balkêşe ku dema şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî ji bo çêkirina nasname, kartên erzaq û serjimêriyê li nav wargehê bûn, êriş kir. Balafira şer a dewleta tirk a bê mirov (SÎHA) saet di 17:05’an de xanî bombe kir. Dema şande li Mxemûrê bû êrîş pêk hat. Şande îro jî li malan digeriyan, ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê karê xwe dikirin. Tevî ku şandeyên Iraq û Neteweyên Yekbûyî di nava wargeha Mexmûrê de bûn, dewleta Tirk êriş kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê, di encama êrişê de dayikên bi navê Gulê Ozek,  Ezime Kabul û Edîbe Paksoy ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn. Hat zanîn ku rewşa dayikekê nebaşe û niha li nexweşxaneyê tê tedawî kirin. Xelkê Mexmûrê li ber derê nexweşxaneyê kom bûn.

SÎHA di 15 rojên dawî de bi êrîşan 2 jê rojnameger 10 welatî qetil kirin.