Fîlmê cîran ku ku beşdarî gelek festîvalên navnetewî bûye û hêjayî derdora 70 xalatan hatiye dîtin gera xwe ya li bajarên bakurê Kurdistanê berdewam dike.
Fîlm bi coşeke mezin li Amed, Mêrdîn û Nisêbînê hate nîşandan û îro li bajarê Êlihê li salona sînemayê ya navenda çandê ya Ahmet Guneştekin di saat 19:30 de tê pêşandan.
Sibê jî ango di 11’yê îlonê de li Wanê li salona sînemayê ya ŞanoWan dê were pêşandan.
Fîlmê Cîran behsa çîroka jiyana kurdên rojavayê Kurdistanê ya di bin zilm û zordariya rejîma Baasê de dike. Her wiha behsa jiyana gelên din ên ku bi kurdan re li ser heman erdnîgariyê dijîn û para xwe ji vê zilm û zordariyê dibînin, dike. Filmê Cîran her wiha behsa sînorê di navbera serxet û binxetê de dike. Behsa cîraniya kurdan a bi tirk û ereban re dike.
Fîlm ji aliyekî behsa têkliyên xweş ên di navbera gelên cuda ên ku li ser wê erdnîgariyê dijîn dike û ji aliyekî din ve behsa nêzîkatiya rejîmên desthilatdar û nêrîna wan a li kurdan û kêmarên din dike.
Fîlm hêjayî dîtinê ye û bi hostatiyeke wiha çeleng û jêhatî hatiye hûnandin ku mirov qet bi dirêjiya wê ya 2 saatan nahise û nizane ku çawa ew 2 saat derbas dibin.