Êrîşên dewleta tirk yên ji bo tunekirina gelê kurd dewam dikin, bi taybet jî dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê rojane sivîlan dikûje. Ji bilî vê dewleta tirk gelek çeteyên DAIŞ’ê jî aniye nav xaka Başûr û dijî kurdan dide şerkirin. Der barê mijarê de Dr. Hawar Şafiî ku di heman demê de melayê mizgefta Nurî ya li navçeya Kelar ya girêdayê Germiyane ji RojNewsê re axivî.
Mela Hawar Şafiî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mafên gelan ên di îslamê de û wiha got: “Li gor ola îslamê, dema mafê wan bikeve metirsiyê, her kes dikare parastinê li mafên xwe bike. Ji bo vê dema aliyek bixwaze axek dagir bike û ziman tune bike, divê ew netew parastina xwe bike û her kesê di oxira wê de were kuştin jî, şehîd e. Hemû gel xwedî mafê xwe ne, lê ji bo me kurdan maf rewa nabînin.”
Mela Şafiî der barê zordariya dewleta tirk û Erdogan de wiha axivî: “Ya ku desthilata tirk û Erdogan li hemberî kurdan dike, me ne bihîstiye ku fîrewn jî kiribe. Xelkê sivîl di nava wesayîtên xwe de tên şewitandin, di tu olek de nayê pejirandin ku mirov were şewitandin û bi agir were cezakirin. Lê tirk, ereb, fars û yên din, ya ku ji bo xwe rewa dibînin, ji bo kurdan rewa nabînin. Ji bo vê erkê hemû kurdane ku li ser mafê xwe bedelan bide. Li gorî ola îslamê, ger kesek ne misilman be jî, ger zilm lê were kirin, mafê wan heye ku parastinê li xwe bikin. Gelê kurd gelekî mazlum e û Xwedê jî parastinê lê dike. Em niha dibînin, dijminên me, DAIŞ’ê dijî gelê kurd bikartînin, desthilata tirk hertim dijî kurdan, piştgiriyê daye DAIŞ’ê, ev jî li ser ol û çanda me metirsiyek mezine.”
Hawar Şafiî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman:“Mixabin li gorî hinek mela û xelkê me, ya ku Tirkiye dike rewaye. Lê li gorî pêxember, hemû dinya hilweşe jî, bi qasî rijandina xwîna kesekê nîne. Başe wê demê çawa gelê me ku misilmane û di nava wesayîta xwe de, ji ber ku kurd e bê şewitandin? Ger melayek olî li dijî êrîşên dewleta tirk bêhelwest bimîne, xiyanetê li pêxember jî dike. Divê melayên me bêjin, ev xwînrijandin ne rewaye û dengê xwe derbixin.”
Mela Hawar Şafiî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd tên şehîdxistin û cîhan bêdeng e, desthilata tirk ger misilman be, wê demê ji bo çi şerê gelek misilman weke kurdan dike û şerê Îsraîlê nake? Çima Tirkiye dijî Îsraîl ku xelkê Xezayê dikuje şer nake, gelê kurd xwedî kesên weke Selahedînê Eyûbîne ku ji bo rizgarkirina xaka misilmanan ya hatî dagirkirin şer kirine. Divê gelê kurd hişyar be û neyê xapandin, ji ber ku bi taybet hinek melayên kurd hatine xapandin, ji bo vê jî li dijî zilma tirk û dagirkeran bêdeng mane. Divê desthilatên herêmê û Iraqê li hemberî zilm û zordariya dewleta tirk xwedî helwest bûna.”
Di dawiya axaftina xwe de Mela Hawar Şafiî wiha got: “Ji bo çi saziyên olî yên cîhanê li ser kuştina hemû misilamnan daxuyanî didin, lê li ser kuştina gelê kurd bê helwestin? Rojnameger, nivîskar, rewşanebîr û mela dikarin bibin yek, hemberî zilm û zordariya dewleta tirk rabin.”