12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana Bexda-Enqerê peymana qirkirinê ye

Di rojên dawî de komkujiyên bi êrîşên SÎHA’yan zêde bûne. Ev êrîş û komkujiyen piştî peymana Enqere-Bexdayê ya 15’ê tebaxê, nîşan dide ku li ser kurdan peymana qirkirinê îmze kirine.

Piştî Enqere û Bexdayê di 15’ê tebaxê de “Peymana ewlehiyê” îmze kirin, êrîşên li dijî başûrê Kurdistan û qetilkirina mirovan zêde bûn. Di peymanê de biryar hat dayîn ku di navbera her du welatan de perwerdehiya leşkerî û navenda koordînasyonê bê avakirin. Piştî peymanê dest bi êrîşan kir. Êrîşan bi qetilkirina rojnamegeran dest pê kirin û bi qetilkirina sivîlan berdewam kirin. Dewleta tirk êdî bi SÎHA’yan êrîşî sivîlan dikin. Kal, pîr, jin, zarokan qetil dike. Ji 23’yê tebaxê heta niha bi êrîşên SÎHA 2 jê rojnameger 10 welatî qetil kirin. Ev komkujiyên piştî peymana Enqere-Bexdayê û hevkariya PDK’ê nîşan didin ku li ser qirkirina kurdan peyman îmze kirine.

Li gel peymanên sînorên bejayî û ezmanî hene jî balafirên dewleta tirk her roj sînoran derbas dike û mirovan qetil dike. Tirkiye vê carê bi balafirên bêmirov û biçek ên nû (SÎHA) li dervê sînorê Tirkiyeyê diçe êrîşên hewayî pêk tîne û mirovan qetil dike. Di salên dawî de dewleta tirk bi SÎHA’yan bi sedan welatî qetil kirine. Tenê di 10 rojên dawî de 10 mirov qetil kirin. Lê welaten cîhanê, saziyên mafên mirovan ên navdewletî hesab ji vê yekê napirsin. Li gorî peymanên navdewletî êrîşên SÎHA yên li dijî sivîlan sûcê şer e. Ji bo ev êrîş bi dawî bibin, divê berî her tiştî gelê kurd li çar parçeyan û partiyên siyasî yên kurdan bertekên tund nîşan bidin. Ku bertek zêde nebin, erîş dê bidomin.

Dema em li êrîşên di rojên dawî de dinerin, em dibînin ku piştî peymanê biryara komkujiyê hatiye dayîn. Li gorî vê yekê; di 5 îlonê de dewleta tirk li gundê Hermêle yê li sînorê navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de sê welatî hatin qetilkirin. Di êrîşê de Bûrhan Seîd, bavê wî û kurê wî jiyana xwe ji dest dan. Welatiyê bi navê Bûrhan Seîd (38) ê ji gundê Çemekê ye, bavê 7 zarokan e û ajokarê wesayîtê bû.

Dîsa di 4 îlonê de li dewleta tirk saet 13:25’an bi balafirên bêmirov û biçek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman a dikeve li sînorê navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Welatiyê bi navê Muzefer Mozo yê ji bajarokê Hacî Awa li gel du kurên xwe hat qetilkirin. Hêjayî gotinêye ku herî dawî di 3’yê Îlonê de di encama topbarana dewleta tirk de ya li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Di 28’ê tebaxê de li nêzî navenda Postê û Peywendiyan û geraca otubusan a li taxa Enteriyê ya li rojhilatê Qamişloyê SÎHA êrîşî erebeyekê kir. Di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) jiyana xwe ji dest da.

Di 23’yê tebaxê de SÎHA êrîşî wesayîta rojnamegeran kiribû. Di êrîşê de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn. 6 rojnameger jî birindar bûbûn.

Ji serê salê ve di êrîşên SÎHA yên dewleta tirk de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûne. Tenê ji 23’yê tebaxê ango piştî peymana 15’ê tebaxê ku di navbera Enqere û Bexdayê de pêk hat 2 jê rojnameger 10 welatî bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. 6 rojnameger jî birîndar bûn. Ev dane û geşedan nîşan dide ku piştî peymanê li ser kurdan biryara qirkirin û komkujiyê hatiye dayîn. Nişan dide ku PDK, Bexda û Enqere li dijî kurdên azad peymana qirkirinê îmze kirine.

Herî dawî di 8’ê îlonê de jî SÎHA li Kobanê êrîş kir û welatiyek birîndar kir.