Dewleta tirk, li Kobanê bi SÎHA êrîş kir. Di êrîşê de welatiyek birîndar kirin. Li gorî agahiyên hatin parvekirin di êrîşê de welatiyê bi navê Azad Mihemed Elî birîndar bû.
Dewleta tirk ji 23’ê Tebaxê heta niha li Silêmaniyê Dûkanê, Hamişlo û êrîş pêk anîbûn. Di êrîşan de 2 jê rojnameger 10 welatî qetil kiribûn.
Dema em li êrîşên di rojên dawî de dinerin, em dibînin ku piştî peymanê biryara komkujiyê hatiye dayîn. Li gorî vê yekê;
Di 5 îlonê de dewleta tirk li gundê Hermêle yê li sînorê navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de sê welatî hatin qetilkirin. Di êrîşê de Bûrhan Seîd, bavê wî û kurê wî jiyana xwe ji dest dan. Welatiyê bi navê Bûrhan Seîd (38) ê ji gundê Çemekê ye, bavê 7 zarokan e û ajokarê wesayîtê bû.
Di 4 îlonê de li dewleta tirk saet 13:25’an bi balafirên bêmirov û biçek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman a dikeve li sînorê navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Welatiyê bi navê Muzefer Mozo yê ji bajarokê Hacî Awa li gel du kurên xwe hat qetilkirin. Hêjayî gotinêye ku herî dawî di 3’yê Îlonê de di encama topbarana dewleta tirk de ya li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Di 28’ê tebaxê de li nêzî navenda Postê û Peywendiyan û geraca otubusan a li taxa Enteriyê ya li rojhilatê Qamişloyê SÎHA êrîşî erebeyekê kir. Di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) jiyana xwe ji dest da.
Di 23’yê tebaxê de SÎHA êrîşî wesayîta rojnamegeran kiribû. Di êrîşê de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn. 6 rojnameger jî birindar bûbûn.
Ji serê salê ve di êrîşên SÎHA yên dewleta tirk de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûne. Tenê ji 23’yê tebaxê ango piştî peymana 15’ê tebaxê ku di navbera Enqere û Bexdayê de pêk hat 2 jê rojnameger 10 welatî bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. 6 rojnameger jî birîndar bûn. Ev dane û geşedan nîşan dide ku piştî peymanê li ser kurdan biryara qirkirin û komkujiyê hatiye dayîn. Nişan dide ku PDK, Bexda û Enqere li dijî kurdên azad peymana qirkirinê îmze kirine.