Van rojên dawiya meha havînê germeke zêde li ser me heye. Di van rojên germ de em jî weke hemû gundiyên xelkê amedekariya zivistanê dikin. Hema çi ji ber destê me dikeve em radikin, dikelînin, diqelînin û zuha dikin. Di wan rojên dema kesek nikare here dikana, sûka bajêr, em bi wan xwarinên xwe ve kêfa zivistanê dikin.
Bi serê kalikê xwe kim em wan zivistanên sar û dirêj de kêf dikin. Em sêv, hurmî, bîok û zebeşan jî dikin bin kayê de ew weke fêkiyên havînê li ser sifra me disekinin. Em bi hezaran tiştan çêdikin. Her roj li malekê tivdarekê zivistanê dikin heta payiza dereng.
Min jî xwest em hinek jî bastêqên fêkiyan çêkin. Sala îsal hemû darên me yên fêkiyan di salên borî de zêdetir fêkî dan, qet behsa bostanê me jî nakim. Min got vê carê dora min e, ez ê zevdelan (qeysiyên nerm) ji van daran berhev bikim, nêvikî wan zuha bikim, niviyê din jî bikim bastêq. Kêfa hemûyan jê re hat, me bi dest avêtin kuçilên daran, virde û wêde hemû tiştên me hazir û amadene. Hinekan ew zevdele vekirin, dendikên wan danîn ber tavê, hinekan ji me jî ew zevdele danîn li ser agirekî mezin, darekî wek çoçikan bide destê xwe, heta ku ew zevdele ava xwe kişand û tîr buû, îca vê carê jî em li ser çarşevên paqij radixin ku heta li ber tavê zuha bibe.
Du heb cînarên min hene, ez ji wan herdu xwîşkan pir hez dikim, ne tenê ez, hemû gundî û cînar ji wana pir hez dikin. Dayik bavê wan, dema ew biçûk bûn rehm kirine, ew li ber çavên me mezin bûn. Navê yekê Xanim e, ya din jî Xatûn e. Xatuûn pir bêdeng û dilsoz e, Xatûn jî hinekî ser hişk e, carana tu dibêjî qey ev herdu ne xwîşkên hev in. Ew ji mirîşkan pir hez dikin. bi sedan mirîşkên wan hene, her sal ew jî qeliya mirîşkan çêdikin. Para me jî tu carê jibîra nakin. Min got; Xatûna delal, Waye me bastêq çêkiriye û li derve li ber tavê raxistiye, di van çend rojan de nehêle mirîşkên we bên ser bastêqên me de zîrç nekin. Got; Na, metê na, em heta çend rojan wana ji holîtka wan dernaxin, bila çavên te li pey nemîne. Wisa rojek û du roj derbas bûn. Rojtira din ez çûm bastêqê me binêrim. Min dî li ser bastêq temamî dewsa lingên mirîşkan heye, ne tenê dewsa lingên wan, di nav de zîrç jî kirine. Min bala xwe dayê waye Xatûna me hemû mirîşk derxistine derve, bi xwe jî di nav wan de rûniştiye, kêf kêfa wê ye.
Ez çûm cem, min got; Xatûn can, ne te ji me re gotibû ez wan mirîşkan dernaxim derve, waye mirîşkên te di nava bastêqên me de zîrç kirine, em ê niha wan hemûyan bavêjin, ew êdî kêrî me nayê, hemu keda me badilhewa çu. xwezî te ew mirîşkên xwe dernexistana derve. Em îsal bê bastêq man.
Got; Ez çi bikim îca??? Mirîşkên me di hundir de aciz bûn, min jî ew derxistin derve, min ew teme kirin ku nekevin nava wan bastêqan de, lê ew ketine ser bastêqan û dendikên li ser wan nikul kirine. Bi van gotinên wê ez keniyam û li aliyê din jî hinekî hêrs bûm. Min dengê xwe nekir û vegeriyam malê. Piştî çend rojan min dît Xanim û Xatûn li ser pişta wan du heb turikên mezin, li ber derî sekinîne. Xatûnê got metê; Me çend heb mirîşk birin gundê jorê, ber ve me bastêqê gund stand, bastêqê wan jî weke yên te xweş e, ger hindik be em dikarin çend heb mirîşkên xwe bibin û bidin bi bastêqê. Min go heyla çavên min rijyayî, zimanê min lal bûya ku min ew gazinên xwe li te nekira. Çavên min tijî hêsir bûn. Min go tu hinekî ser hişkî lê pir baqil û delal î. Xanim jî wek te delal e. Mesela me ya bastêq û mirîşkên Xanim û Xatûnê wisa qewimî.
Gundiyên din jî bastêqên xweş çêkirine. Me ew bastêq di nav hev de parve kirin. Rastî jî xweş e.