12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kê çima Narîn Guran winda kir?

Zaroka 8 salî Narîn Guran dema ji qursa Quranê vedigeriya malê winda bû. 18 roj in xuya nabe. Zarokek li nava rojê çawa winda bû an jî kê winda kir û çi kirin jê li benda bersîvê ye. Dîsa sansura li ser nûçeyan jî pirsa "Rastiyê ji çi û kê vedişêrin?" tîne aqilan.

Narîn Guran a 8 salî 18 roj in winda ye. Her çend lêgerîn tê kirin jî ne bi saxî û ne jî cezayê wê hej nehatiye dîtin. Rewşa Narîn Guran gelek pirsên bê bersîv di hiş û aqilan de dihêle.

Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, an jî hat windakirin. Apê Narînê, Salîm Guran di 2’ê îlonê de hat binçavkirin û bi hinceta ku di wesayîta wî de DNA ya aydê Narînê hatiye dîtin ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin.

Balkêş e di 21’ê tebaxê de dema Narîn Guran ji qursa quranê diçû malê winda bû. Malbat jî der barê rewşa keça xwe de agahiyan nade. Her wiha li ser nûçeyan sansür nadîne û naxwazin rojnameger lêkolîn bike. Ev jî bêtir di hiş û aqilan de pirsên cuda dihêle.

Di 29’ê tebaxê de biryara “qedexeya weşanê” hatibû dayîn. Biryara ku ji aliyê 5’emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Amedê ve hat dayîn, di malpera Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) de hat weşandin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Bi biryara 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ya di 29.08.2024’an de û bi hejmara 2024/6024 D. Îş qedexeya weşanê hat dayîn.”