12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HTŞ’ê êrîşî leşkerên Şamê kir û 12 leşker kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Heyete Tahrîr El Şam (HTŞ) êrîşî leşkerên Şamê kirine û di êrîşê de 12 leşkerên Şamê hatine kuştin.

SOHR’ê êvara Çarşemê daxuyaniyek da û got, “Li bakurê wîlayeta Lazkiyeyê, koma Heyet Tahtrîr el Şam êrîş bir ser çeperên artêşê û di encama êrîşa xwekujî de yek jê efser gelek hêzên rejîmê hatin kuştin.”

SOHR’ê da zanîn ku di êrîşa HTŞ’ê de 12 leşkerên Şamê hatine kuştin û HTŞ wekî hevkarê dewleta Tirk pênase kir. SOHR’ê anî ziman ku HTŞ tevahiya Idlibê û hin beşên ji wîlayetên cîran Heleb, Hama û Lazkiyeyê kontrol dike.

Li van herêmên ku li derveyî kontrola hikumeta Şamê ye, zêdeyî 5 milyon mirov hene ku piraniya wan ji eyaletên din hatine koçberkirin an jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bicihkirin.

Li van herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de ne, gelek komên çete yên din ku Tirkiye piştgiriyê didin wan û wan bi rêxistin dikin jî hene.