12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdar çawa mir?

Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) diyar kir ku leşkerê wan Serdar Osman Ayan li herêma Pençe 2 jiyana xwe ji dest daye. Lê gote gotên cuda jî hatin parvekirin. Vê yekê pirsa “Serdar Osman çawa mir? anî aqilan.

Wezareta Parastina Neteweyî îro nûçeyek bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku li herêma Pençe 2 leşkerê wan Serdar ‘Binbaşi) Osman Ayan jiyana xwe ji dest daye. Lê hin ajansên din jî nûçe parve kirin û anîn ziman ku Serdar Osman Ayan qeyrana dil derbas kiriye. Hin ajansan jî nûçeyên cudatir parve kirin û anîn ziman ku li herêma şer jiyana xwe ji dest daye. Van agahiyên ji hev cudatir pirsa “Serdar Osman Ayan çawa mir? anî hiş û aqilan.
Balkêş e berê jî gelek leşkerên payebilind ên wekî serbaz, serdar, teymen, general û hwd ku li herêmên operasyonê di şer de jiyana xwe ji dest dan, wekî qeza derbas kirine nişan dan. Van agahiyên nakok, pirsên bê bersîv di hişê mirovan de hiştin. Hêj jî der barê wan leşkerên ku li herêma operasyonê jiyana xwe ji dest dane çawa mir û çima mir agahiyên zelal nehatine parvekirin.

Ji bo Serokkomarê berê Turgut Ozal jî hîna agahiyên zelal nehatine parvekirin. Hîna ji aliyê gelek kesan ve weki hatiye kuştin tê zanîn. Dîsa ji bo General Eşref Bîtlîs jî heman agahiyên bi nakok nehatine zelalkirin.