4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi SÎHA’yan di 10 rojan de 7 kes kuştin

Balafirên Şer ên Bê Mirov ên Tirk (SÎHA) li navçeya Dukan a Silêmaniyê êrîşî maşîneyekê kir. Di êrîşê de bav û 2 kurên wî jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk bi SÎHA di 10 rojan de 2 jê rojnameger 6 kes kuştin.

Dewleta tirk bi balefirên bê mirov û bi çek (SÎHA) li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman a navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir. Qeymeqamê Dukanê Sîrwan Serhat, anî ziman ku kesên hatine qetilkirin Muzaffer Huseyîn Xidir Ewla û du kurên wî ne. Hat zanîn ku navê kurek wî Muhammed Muzaffer e, lê navê ku wî yên din nehate zanîn.

Hat ragihandin ku kesên hatine qetilkirin, li nifûsa nahiyeya Hacîawa ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê qeyd kirî ne.

Di 23’ê Tebaxê de SÎHA êrîşî maşîneya rojnamegeran kiribû. Di êrîşê de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn.

Di 28’ê Tebaxê de li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan û geraca otubîsan a li taxa Enteriyê ya li rojhilatê Qamişlo SÎHA êrîşî erebeyekê kir. Di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) jiyana xwe ji dest da.