12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kê got qedexe tune?

Gotin û kirinên hikûmetê nabin yek. Li aliyekî dibêjin qedexe tune, li aliyê din qedexe û tecrîd dikin. Li aliyekî dibêjin azadiya ramanê heye, li aliyê din ciwanan digirin û dişînin zindanê.

Wezîrê Dadê hem dibêje azadiya fikre heye û welatî dikarin li kolanê fikrên xwe bînin ziman, hem jî 12 ciwanên ku fikrên xwe anîn ziman, binçav kirin û şandin zindanê. Beriya wê jî serokkomarê AKP’i Erdogan li Bedlise gotibû ‘Li vî welatî qedexe tune.’ Lê zozan û gund hatibûn qedexekirin.

Eger qedexe tune be çima mirov ji ber fikrên xwe tên girtin. Eger qexe tune be, çima li Stenbolê 12 ciwanên ku li ser pankartê rêya  çareseriyê nîşan dan hatin girtin? Li aliyekî wezîr dibêje azadiya fikre heye, li aliyê din ciwanan ji ber fikrên wan dişînin zindanê.

Ajansa Mezopotamya (MA) bi îmzeya Omer Îbrahîmoglû nûçeyek taybet derbas kir. Li gorî nûçeyê 12 ciwan ji ber pankart vekirine hatine girtin. Di nûçeyê de tê gotin ku li Stenbolê 12 ciwanên kurd di mitînga 1’ê Îlonê de bi hinceta govend gerandin e û pankartê “Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e” vekirine, hatin girtin. Hem ciwanên ku fikrên xwe anîn ziman avêtin zindanê, hem jî rojekê av û xwarinê nedan wan.

Di berdewama nûçeyê de tê gotin ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoyê mitînga aştiyê li dar xist. Di mitîngê de 12 ciwanên kurd A.Î., D.T., E.Y., E.E., E.N.Ç., G.Ç., H.C., M.D., M.N., N.K., O.A., Z.T. bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandin, hatibûn binçavkirin. Ciwanên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê rojek tî û birçî hatin hiştin. Ciwanan roja 2’yê îlonê sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartala Stenbolê kirin. Ciwan li vir sewqî 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sûlhê ya Anadolûyê kirin. Heyeta  dadgehê jî bi angaşta “propaganda rêxistinê kirine” 12 ciwan girtin û şandin  Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L a Maltepeyê.

Dadgehê hinceta girtina 12 ciwanan stran gotine, govend gerandine û pankarta “Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e” vekirine. Dadgehê ev pankart  li dijî zagonê pênase kir.

Di nûçeyê de jî tê dîtin ku her çend rayedarên dewlet û hikûmetê bêjin qedexe tune û azadiya ramanê heye jî, her roj nûçeyên li ser malperan têne weşandin nîşan dide ku hem qedexe heye, hem mirov ji ber fikrên xwe tên cezakirin û hem jî rastî îşkence û tundiyê tên.