Têkoşîna jinên kurd di van 40 salên dawî de li tevahiya dinyayê deng vedaye. Bi taybetî bi berxwedana jinên rojavayê Kurdistanê, têkoşîna jinên kurd kete qonaxeke nû ku niha pêşengiyê ji jinên dinyayê re dike. Ev têkoşîn bi fîlozofiya “jin jiyan azadî” li nav mirovahiyê şênber bû û bû sembola têkoşîna jinên ji parzemînên cuda yên dinyayê. Li ser meselê ev bû dirûşmeya sereke ya jinên têkoşer ên Îranê û ji wir derbasî Ewropayê bû, ji wir jî berê xwe da Hindîstanê. Di roja îroyîn de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dirûşmeya sereke ya jinên berxwedêr, têkoşer û serhildêr e. Bêguman ev yek encama bedêlên mezin e ku jinên kurd bi tilîliyên xwe bi dest xistin, kezî û canê xwe di oxira azadiya jinê de dan. Li hemberî pergala baviksalarî keziyên jinên kurd bû alaya serkeftina jinên azadîxwaz.
Lê dewletên dagirker ên Kurdistanê ji têkoşîna jina azad ditirsin, lewre herî zêde berê çek û cepilxaneyên xwe didin têkoşerên “Jin Jiyan Azadî”yê. Lê ti caran jina kurd a têkoşer li hemberî dagirker û hevalbendên wan serî netewandin û çong nedanîn û wê çong nedanin jî. Çawa ku jinên têkoşer û serhildêr bi hezaran sal in, li hemberî zordestî û bindestiyê liber xwe dan, jinên kurd ên têkoşer jî bi dehan sal in li ber xwe didin û bi xwîna xwe tovê jiyana azad/jina azad çandin. Bi kurtasî carinan “Jin Jiyan Azadî” bû qêrîna Bêrîtan û qirêjiya birakujiyê li nav çavên rûreşan da. Carinan bû tilîliya Arîn Mîrxan û di nav dilê zilamê kevneperest de teqiya. Carinan bû keziyên Jîna Amînî û desthilatdariya sêdarê hejand. Carinan jî bû rastî û heqîqeta kurd û Kurdistanê dîrok û derewên dagirkeran serobino kir. Lewre dewletên dagirker û faşîst ji vê têkoşîna jinên kurd ditirsin. Bêguman pêşengiya van hêzên rûreş dewleta tirk dike. Di van demên dawî de dewleta tirk li tevahiya Kurdistanê bi balafirên bêmirov her roj mirovên sivîl, rojnamevanan, jin û zarokan qetil dike, xwezaya Kurdistanê dide ber tang û topan û dişewitîne. Tevî van qetlîaman jî bêdengiyeke giran di nav raya giştî, civaka kurd û hêzên navnetewî de heye.
Dewleta tirk a niha di bin pêşengiya faşîzma AKP û MHP’ê de polîtîkayên qirkirina çand, ziman û nasnameya kurdî li ser tevahiya kurdan dimeşîne û her wiha bi dewletên dagirker re li ser qirkirina kurdan di nav keftûleftê de ye û peymanan çêdike. Tevî hemû hewldanên Erdogan, Esad ber bi wî ve hê nehatiye. Lê bi Iraqê re li hev kirin û di navbera Tirkiye û Iraqê de 15’ê Tebaxê de peymanek hat destnîşankirin. Bêguman ev dîrok girîng e û xwedî peyamên taybet e. Di 15’ê Tebaxa 1984’ê de li dijî dagirkeriya tirk guleya yekem hatiye teqandin, lewra dixwazin li ser vê rojê peyamên taybet bidin civaka kurd. Li gorî vê peymanê wê her du dewlet navenda îstîxbaratê ya hevpar ava bikin. Piştî vê peymanê hefteyekî li başûrê Kurdistanê du rojnamevanên jin ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Qetilkirina her du rojnamevanên kurd tê wateya erêkirina peymanê. Jixwe li dijî kurd û Kurdistanê dagirkerên Kurdistanê her tim di nav hevalbendiyeke hevpar de bûn. Bi vê peymanê ev yek eşkere kirin. Bi şehîdkirina rojnamevanan jî peymana li dijî kurd û Kurdistanê ket meriyetê.
Yek jê armanca rejîma faşîst bi vê êrîşa li ser jinên rojnamevanan bêdengkirina çapemeniya azad e. Ji bo ku sûcên wan ên dijmirovane yên wekî çekên qedexe û kîmyewî neyên bihistin, rojnamevanan qetil dikin. Helbet heta roja îro dewletên dagirker li Kurdistanê bi hezaran qetlîam pêk anîne. Bi hezaran kurd bi awayên hovane ji hêla van hêzên rûreş ve hatine qetilkirin. Lê bi pêşketina teknîk û çapemeniyê êdî nikarin van qetlîamên xwe veşêrin. Ango bi dewla serê çapemeniya azad a kurd rûreşiya dagirker û hevalbendên wan tê dîtin. Lewra berê xwe didin rojnamevanên çapemeniya azad û taybetî jî jinên rojnamevan. Tevî ku di şeran de jî êrîşkirin û kuştina rojnamevanan suc e jî û dewleta tirk kuştina rojnamevanên filistînî ji hêla Îsraîl ve şermezar dike û her roj propagandayê li ser vê yekê dike jî, li ber çavên dinyayê bombeyên hezar kîloyî li ser rojnamevanên kurd dibarîne. Her wiha sazî û dezgehên navneteweyî jî li hemberî van êrîşan bêdeng, ker û lal in û ji nedîtî ve tên. Ev yek hevkariya van hêzan a bi dewletên dagirker re nîşan dide. Hêzên global û herêmî ronakbiriya jinê naxwazin û lewra êrîşên dijî jinan ji nedîtî ve tên.
Armancên van dewletan di kesayetiya jinan de şikandina vîna gelê Kurdistanê ye û bêdengkirina çapemeniya azad e. Ew dizanin ku şikandina vîna jinên azad di heman demê de jî tê wateya şikandina civaka azad. Ango bêvînhiştina jinan di heman demê de bêvînhiştina civakê ye. Lewre herî zêde êrîşên xwe yên qirêj li ser jinên xwedî vîn û têkoşer dimeşînin. Bilindkirina hişmendiya têkoşîna azadiyê ya di pêşengtiya jinên kurd de li ser hişmendiya baviksalarî bandoreke neyînî kir, tirs û xof xist nav dilê pergalên kevneperest ên Rojhilata Navîn, lewra navendên îstîxbaratê yên hevpar ava dikin.
Bêguman herî zêde dewletên dagirker û faşîst ên Rojhilata Navîn têkoşîna jinên pêşengên fîlozofiya “Jin Jiyan Azadî”yê ditirsin. Lewra herî zêde ev hêz êrîşî jinan dikin. Li ser meselê dewleta tirk dayikên 70, 80 salî diavêje zîndanên xwe û daxwaza edaletê ya dayika Emîne ji nedîtî ve tê. Lewma her roj jinên têkoşer ên çapemeniya azad Nagîhan Akarsel, Hêro Bahadîn û Gulistan Tara dibin hedefên balafirên bêmirov ên rejîma faşîst. Lewma komara sêdarê her roj jinên têkoşer ên wekî rojnamevan Peşxan Ezîzî û Şerîfe Muhammed diavêje zindanan û cezayê bidarvekirinê li wan dibire. Lewma Iraq pêşiya zarok vedike…
Têkoşîna jinên kurd rêya azadiyê ji bo hemû jinên dinyayê vedike, lêbelê astengiya herî mezin a di pêşiya vê têkoşînê de dewletên kevneperest, olperest û zayendîperest ên Rojhilata Navîn in. Bêdengiya sazî, dezgeh, rêxistin û dewletên navnetewî jî vê astengiyê xwedî dike. Wekî encam divê bê gotin ku wê ti astengî nikaribin pêşiya têkoşîna azadiyê bigirin, serkeftin wê ya jinên azadîxwaz, têkoşer û berxwedêr be, serkeftin wê ya “Jin Jiyan Azadî”yê be.