12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Operasyonên Hevbeş li Enbarê 16 çeteyên DAIŞ’ê kuştin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand ku di encama operasyonekê de li Enbara Iraqê 16 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyekê ragihand ku li çolên Enbarê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hatiye lidarxistin.

Fermandariyê da zanîn ku operasyon danê sibehê saet 04:00’an de li dijî stargehek serçeteyên DAIŞ’ê ya li çolên Enbarê hatiye lidarxisitn.

Hate gotin ku di encama operasyonê de di nav wan de serçete jî, bi giştî 16 çete hatine kuştin. Herwiha tevî 2 cenazeyan gelek kelûpelên çeteyan jî hatine desteserkirin.

Herwiha fermandariyê da zanîn ku 3 wesayîtên çeteyan jî ji aliyê Hêzên ezmanî ve hatine îmhakirin.