Xizmên girtiyan, çalakiya “Deng bide azadiyê” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dane destpêkirin, li Mêrsîn û Îzmîrê berdewam kirin.
Mêrsîn
Malbatên girtiyan çalakiya li Mêrsînê li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê li dar xistin. Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Mêrsîn û navçeyê wê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek xizmên girtiyan tev li bûn. Di çalakiyê de çalakvanan pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşat Aşan di çalakiyê de xwest ku tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Aşan, anî ziman ku israra di tecrîdê de israra şer e û wiha axivî: “Em li vir bangî îktîdarê dikin; dawî li tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan bînin û bingehê ava bikin ku rola xwe ya di aştiyê de bilîze. Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şer dijwar dibe. Sedema şer jî ew e ku îktîdar aştiyê naxin rojeva xwe û nahêlin hewldanên muxatabiyê pêş bikevin. Bila guftûgo û muzakere bên pêşxistin. Heke pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, dê aştî neyê deverên din ên Rojhilata Navîn jî. Em kesên di polîtîkaya şer de israr dikin şermezar dikin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
Îzmîr
Nûnerên EGE TUHAY-DER û malbatên girtiyan, li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Aktîvîstên TJA, Nûnertiya DBP û nûnerên Jinart Hunerê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin ji bo aştiya civakî em deng bidin azadiyê” hilgirtin.
Zilma li ser kurdan rawestînin
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê û malbata girtiyan Medîne Kaymaz bang kir û got: “Em dayikên aştiyê ne. Bêyî cudatiya tirk û kurdan em ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazin. Heta ku Serokê Gelê Kurd dîl girtî be dê ev zilm xelas nebe, aştî neyê Tirkiyeyê. Divê hemû Tirkiye vê bizane. Em alîgirê aştiyê ne ne yê zilmê ne. Zilma li ser kurdan û şerê li Kurdistanê bidin rawestandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Ji tecrîdê re ji girtiyan re azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.