Malbata Rojnameger Gulîstan Tara ya ku dewlata tirk bi SÎHA di 23’ê tebaxê de li bajarê Silêmanî ew qetil kir, ji Êlihê hat Amedê û serdana Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) kir. Di serdanê de Endamên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), xebatkarên çapemeniya azad, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên DÎSK Basin-Îş, nûnerên Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Elihê ya bakûrê Kurdstanê û malbata Gulîstan Tara di serdanê de amade bûn.
Dîcle Tekîk a ku di serdanê de axivî, diyar kir ku pênûsa Gulîstanê wê li erdê nemîne û têkoşîna bi rûmet a Gulîstanê wê bidome. Dîcle spasiya xebatkarên Çapemeniya Azad kir ku ew bi tenê nehiştin e.
Seroka MKG Roza Metîna di serdanê de axivî û bal kişand ser zextên li hemberî çapemeniya azad û got: “MGK ji bo parastina mîrateya rojnamegerên jin hat avakirin. Ne kamera û ne jî pênûsên şehîdên çapemeniyê wê tu carî li erdê nemînin. Em weke rojnamegerên jin em ê mîrateya wan bidomînin. Ji ber ku ev têkoşîn ji bo Gelê Kurd, ne ji bo rojnamegeran têdikoşe. Bi salan e hem li dijî ziman, hem jî li dijî rêxistinbûn û têkoşîna Gelê Kurd êriş tê kirin. Li dijî van êrişan em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî vê êrişa li hemberî Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn em ê helwesta xwe eşkere bikin. Em ê tu carî vê helwesta xwe winda nekin. Rol, mîsyona rojnamegerên çapemeniya azad û jinan pir girîng e. Em ê tu carî serî li ber van êrişan netewînin.”
Roza Medîna da zanîn ku hikûmet bi tunehesibandina Gelê Kurd dijî û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hebûna xwe di tunebûna me de dibîne. Gelê kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin êriş û tecrîdeke giran de pêşwazî kir. Me 1’ê Îlonê li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin şerekî giran û tecrîdê de derbas kir. Her wiha hevalên me yên di girtîgehê de 1’ê Îlonê di bin tecrîd û zextên giran de pêşwazî kir.”