12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM partiyê kuştina Hekîm Luqman kir rojeva meclisê

Parlamenterên DEM Partiyê, qetilkirina Hekîm Luqman ya ji ber axaftina bi zimanê kurdî birin rojeva Meclisê, li aqûbeta kujeran pirsîn û ev pirs kirin: “Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?”

Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê mijara Hekîm Luqman ê ji bajarê Dihoka Herêma Kurdistanê ku li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî hat qetilkirin, birin rojeva Meclisê.

Parlamenterên DEM Partiyê yên stenbolê Cengiz Çîçek, Ozgul Saki, Kezban Konukçu, Celal Firat û Çiçek Otlu pêşniyazname ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne dan Serokatiya Meclisê û bal kişandin ser êrişên li dijî çand û zimanê kurdî. Di pêşniyaznameyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşên tên kirin de tundiya li ser çand û zimanê kurdî zêde bûye.

Di pêşniyaznameyê de ev pirs ji Alî Yerlîkaya hatin kirin:

“* Kujerên Hekîm Luqman ê ku ji ber bi kurdî axivî hatine girtin? Heke nehatibin girtin sedema wê çiye?

* Der barê qetilkirina Hekîm Luqman de lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin gelo?

* Hinceta ku di demên dawî de êrîşên li ser çand û zimanê kurdî hatine destpêkirin, çiye? Gelo axaftina bi zimanê zikmakî, xwendin û nivîsandina kurdî û guhdariya li muzîka kurdî hatiye qedexekirin?

* Fikra we ya li ser êrîşên li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî çiye û gelo hûnê der barê êrîşên diqewimin û helwestên cihêkar de gaveke çawa biavêjin?”