Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê mijara parastina cewherî ji her demê bêhtir xwe ji bo civakê û jinan ferz dike. Bi taybetî ev mijar piştî bûyera jina bi navê Melek Îpek dîsa ket rojevê. Beriya mehekê Melek Îpek mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî û mêrê îşkencekar ê bi navê Ramazan Îpek ku pê re zewicandibû kuşt. Piştî kuştina mêrê îşkencekar dewletê Melek Îpek girt û xist girtîgehê.
Wekî me got piştî vê bûyerê mijara parastina cewherî dîsa bi awayekî lezgîn ket rojeva jinan. Gelo parastina cewherî çi ye? Pêkanîna qeyd û bendên wê çi ne? Divê ev pirs bên bersivandin.
Dema parastina cewherî tê gotin yekser û tenê aliyê fizîkî yê parastinê tê hişê mirovan. Lê parastina cewherî tenê parastina fizîkî nîn e, ji parastina fizîkî wêdetir e. Erê parastina fizîkî parastineke girîng e lê divê destpêkê jin li ser tişta ku dibe sedema tundiya fizîkî bisekinin, çavkaniya wê û ji ber nebûna çi pêk tê, lêkolîn bikin.
Parastina bingehîn û esasî
Parastina cewherî ya herî girîng û bingehîn ji aliyê fikrî ve xwe bipêşxistin û birêxistinkirin e. Jin divê destpêkê li hemberî pergala mêr parastina fikrî û yekgirtinê pêk bînin. Ji ber pergala heyî yekser êrîşî rêxistinbûna jinan dike, dixwaze rêxistinbûna jinan ji holê rake ku bi awayekî rihet jinan û nirxên ku jinê di nav civakê de daye avakirin bi temamî ji holê rake. Ji ber çi em dibêjim beriya her tişt parastina fikrî û rêxistinbûyînê. Pergala mêran ji her alî ve jin parçe kiriye, heta hatiye wê astê ku jin parastina tundiya mêran dikin.
Mînak; jinekê li hemberî mêrê ku tundiya fizîkî lê dikir xwe parast û mêrê êrîşkar kuşt. Lê ger rêxistinbûneke xurt a jinan tune be dê ew jina ku ji aliyê fizîkî ve parastina xwe ya cewherî kir ji aliyê pergala mêran ve bê eciqandin û tunekirin. Ji ber vê yekê dibêjim serê her tiştî rêxistinbûn e.
Mînakên şênber jî hene, wekî jinên Rojava. Jinên Rojava di nav şer de hem xwe ji aliyê leşkerî ve parastin hem jî ji aliyê fikrî ve xwe perwerde kirin. Ji ber zanîn heta perwerdeya fikrî û rêxistinbûna jinan tune be dê ji aliyê leşkerî ve nikaribin xwe biparêzin.
Lê mixabin ev tenê li herêmekê sînordar maye, divê ev li her derê cîhanê bê belavkirin.
Ji ber ku mêr tenê ji aliyê fizîkî ve êrîş nakin, ji aliyê fikrî ve jî êrîşî jinan dikin. Jin tenê rastî êrîşa fizîkî nayên, rastî êrîşa fikrî, derûnî û hwd. jî tên. Çareseriya van tiştan bipêşxistina nêrîna jinan û birêxistinbûna wan e.
Ji ber vê yekê dema parastina cewherî tê gotin divê tenê yek alî û aliyê fizîkî neyê fikirandin. Parastina fikrî û rêxistinbûn parastina sereke ya cewherî ye. Divê jin parastina xwe her tim li ser vî esasî bikin. Heta xala esasî li her derê cîhanê ji aliyê jinan ve pêk neyê û nebe pergal, dê tu carî parastina jinan a fizîkî li dijî pergala mêran nikaribe biparêze.