Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Meha Tebaxê” aşkere kir. DFG’ê bal kişand ser êriş û zextên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li ser rojnamevanan û da zanîn ku di meha tebaxê de gelek malperên dîjîtal medyayê hatine sansurkirin, xwegihandina nûçeyan hatiye astengkirin, Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn, ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşamê jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn, hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin û her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan biriye.
DFG’ê da zanîn ku êrîşên desthilata AKP’ê û MHP’ê di meha Tebaxê de hêj zêdetir bûn û got: “Êrişên ku di Tebaxê de li gel nokeriya PDK’ê berfireh bûn, di 23’ê Tebaxê de Tirkiyeyê di nava sînorê Herêma Kurdistana Federe de li navçeya Seyîd Sadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta sivîl bombebaran kir. Di êrîşê de Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara jiyana xwe ji dest dan. Li gelek welatên cîhanê saziyen sivîl qetilkirina rojnamegeran şermezar kir û anîn ziman ku Tirkiye û PDK berpirs e.
DFG’ê daneyên raporê yên meha tebaxê parve kir û ev agahî dan:
1-) Binpêkirinên mafên ewlehî û jiyanî yên rojnamevanan
Rojnamevanên Rastî Êrîşan Hatin 2
Rojnamevanên Hatin Binçavkirin –
Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin 2
Rojnamevanên Hatine Tehdîtkirin 6
Rojnamevanên Hatine Astengkirin 1
2-) Binpêkirnên li ser azadiya fikr û ramanên rojnamevenan
Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin 3
Rojnamevanên Doz Li Wan Hatine Vekirin 4
Rojnamevanên Hatine Cezakirin Hejmara Kesan 1
Cezayê Hepsê Salek û sal 8 meh
Hejmara Kesan –
Hejmara Rojnamevanên Girtî (3 Îlon 2024) 35
3-) Binpêkirinên mafên aborî û civakî yên rojnamevanan
Rojnamevanên Ji Kar Hatine Avêtin 16
4-) Astengkirin û sansura li ser saziyên çapemeniyê
Saziyên Weşanê yên Hatine Cezakirin
Hejmara Weşanan 6
Cezayê Sekinandina Bernameyan 3
Cezayên Pereyan 2 Tv ji sedî 3 cezayên îdarî yê pereyan
Biryara Qedexeyên Weşanê 10
5-) Astengkirina xwegihandina înternet-tijîtal medyayê
Malperên Înternetê Yên Hatine Girtin 6
Nuçeyên Hatine Qedexekirin 401
Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî 88