Cardin, em ê bikarin, ‘kevir’ bêjin, li ber şibakeyê bikarin qenaryeya zer şa bikin. Em ê wekî Furux bikarin bêjin, baweriya min wekî werîsekî daliqandî bû. Em ê her sibehekê bikaribin, bêjin heta ‘vejîneke’ din.
Her çendî ew li axirê jî bin…peyvên wan di dilê me de dikin, gûmînî. Zingîniyê ji kezeba me tînin…me rihê xwe daye çûyîna wan
Dilê me bi ser her tiştê ve kiziriye, peyvên ser dilê xwe dax dikin û diherin.
Me rihê xwe da wan hemî kesên ku kaxiz û hibir rijandine ser defterê…
Cardin, em ê bikarin, ‘kevir’ bêjin, li ber şibakeyê bikarin qenaryeya zer şa bikin. Em ê wekî Furux bikarin bêjin, baweriya min wekî werîsekî daliqandî bû. Em ê her sibehekê bikaribin, bêjin heta ‘vejîneke’ din… Em leheng jî bin, Şa’îr jî bin romanûs jî bin, dê peyvek nebihîstî li dû me bimîne.
Heger gotinek dawî be, bila hinekî jî wek ya Şa’îrê gewre Vladimir Mayakovskî be û wek wî gotiye; Bi xatirê te dostê min, bi xatirê te ewrên şînegewr yê cîhana min a ku tê de derbas bûm.
Lehengek, di xewa kûr de raketiye, li ber lingên wî mûmên zer vêketîne. Bask gihiştin hev û dû û di dilê me di xwezî peritîn.
Dilê min, dilê te, dilê wî/ê û dilê wan..
Dost çiyayî gotiye bi mohreke sincirandî re hatim tomarkirin. Te jî koç kir, di şevekê şafîî de. Wekî marekî bê jehr bûm, wez li ber kevirên sebrê re derbas bûm . Kêra bin balîfa Ehmed Nalbend im. Wêraniya demê didim hev. Şi’îrek nîvçe bûm, heta gihiştim ber deriyê jiyînê.. Her şa’îrê di vê dinyaya gewrik de navê wan ku derbasê rojname û nûçeyên dawî dibin jî ne kêm in.
Caran taqet nîne, jiyan jî ne nû ye. Caran xatirxwestin e, xatir jî, name jî, rêyên têr keser jî ketine ser rûpelan.
Ew kî ye gotiye.
Erebeyek, di rê de diçû… General di wê erebeyedê de ebediyeta me ya kêm dianî. kêm dianî, her tişt, General qedrê zanîn û nezanînê dida ber dilê me….di nav şar kolanekî de jî tenêtiya xwe dida, dar û kevirên ku tebata me pê hatibû. Ej jî nimêja xwe, di sibehehî îlonê de dikim. Piste pista generalekî ye û me navê wî di cîhanekî zer ya xembar de bihîst..
Keldûmana cixareya generalê payîzê hinavê me radikir, li ber erşan, keldûmana cixareya wî, hemî demsalên zer mat dikir. General wisa kir ku melankolîya dinyayê jî caran têra mîrov nake…Niha! rêngê rihê min zer. rengê hişê min zer… Rojan rojekî Îlonekî hezîn e…
Kî ji me çûye, li benda çi ne, xeyalê kîjan deverê, li kîjan bajarê rawestiyanê.. Ber bi kîjan evînê ve dildar, dildarê kîjan zemanê nin.. Hemî leheng rastiya me, hemî evîn, hemî qêrîn, hemî serpêhatî tên li ber dilê me disekinin…
Qey tu dibê, ez di laşê Mihemed Omer Osman de olan didim, şopa xemgîniya min ketiye, ser darbesta wî. Rêya min, peyvên min di ser şeva wî de diçin… Ez nimêja xwe bi kedera, general dikim. Wa Îlon hat dîsa…Wa kezeba min ya ku di devê di min de ji qehran diteqe hat. Hezar çiya di singa min de olan didin, hezar pencere vedibin…lingên min li dû min…dengê min li dengê hemî kesên kû bê elfebe…bê keştî..bê veger, bi çûyîn û hatinê re hene.
Ez bêriya wan kesan dikim ku piste pista dawî kirine… li ber biharekê şa bûne, ji darên gwîzê re, dilê xwe di cîhana me de geş kirine.
Zeman li ber deriyekî ve xûz dibe…Şibake di awirên xwe de tenha ne…xwezî niha mirî di gorê de ji hevre bibişêr in… di gorê de mirî jî me bibîrtînin.
Ica! Piştî General…piştî çend şa’îran jî disa vedigerin ber derê malê, vedigerin li ber şeva Îlonê…
Hemî siwarî, hemî leheng, bi hespên kûştî vegeriyan e malê. Piştî ku lehengek an şa’îrek me li dû xwe bihêle…
Ev cîhana çend kûlîlk, çend pencere, çend leheng û ya çend şa’îrane jî….