Balafirên şer ên dewleta tirk di 23’ê tebaxê de di navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê êrîşî maşîneya rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn kiribû. Di êrîşê de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn û 6 rojnameger jî birîndar bûbûn. Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê li avahiya partiyê rojnamevan bi bîr anîn. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Hacer Ayhan di bîranînê de anî ziman ku êriş bi zanebûn hatiye kirin.
Hacer Ayhan, diyar kir ku sedema hedefgirtina rojnamegeran ew e ku sûcên wan teşhîr dikin û wiha pê de çû: “Dixwazin bi hedefgirtina rojnamegeran sûcên şer ên li herêmê dikin veşêrin. Armanca van êrişan jî kûrkirina îlheq û dagirkeriyê ye. Dixwazin pêşî li ber berteka navneteweyî ya li dijî vê polîtîkayê bigirin.”
Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî anî ziman ku bi hedefgirtina rojnamegeran re komkujiyên li dijî sivîlan zêde dikin. Karaca, diyar kir ku bi hedefgirtina rojnamegerên kurd re tê xwestin ku wan bêdeng bikin.