Qada jeopolîtîk di bin xeteriyeke cidî de ye. Mirovatî ji bo pêşdebirina şaristanî û zanistê hewl da. Lê dixuye ku hem hiqûq û hem jî faktora mirovî di çareseriya pirsgirêkan de bêhêz in.
Hem rewşa giştî ya gerdûnê û hem jî çalakiya jiyanê gelekî di xetereyê de ne. Dengê şahiyan rawestiya, li şûna wê top ji çep û rast tên avêtin. Wisa dixuye ku peywireke taybet a mirovan heye ku tevahiya civakê ji holê rake. Ya tirsnak ew e ku li her derê polîtîkayên birakujiyê tên meşandin. Ji bo hevgirtinê jî gav nayên avêtin. Civak berovajî kiriye.
Xeterî rojên xwe yên dawî li ser rûyê erdê dijî. Heta nefesa xwe ya dawî xerabiyê li dinyayê belav dike. Tişta balkêş ew e ku milkê xwe bi axê re dikin yek. Lê behsa pêşerojê dikin. Garantiya jiyana dewlemend a nifşê pêşerojê çi ye? Jixwe, ji bo vegerandina her tiştî dê sed salên din jî bidome. Gel wê kengê were ser hişê xwe û dev ji van polîtîkayên qirêj berde?
Jixwe sedsala 21’an derbas dibe. Lê dîsa jî divê mirov ji bo jiyan û li dijî mirinê têbikoşin. Ya herî tirsnak ew e ku êdî qîmeta tu tiştî tune ye. Mirov îmaja xwe jî red dike. Rûmet û pîroziya wan hişt ku bi hev re bijîn û li her derê bibin xwedî mafên tam. Lê mixabin hinek pêkhate ji van nirxan dûr ketine. Bi her awayî hewl didin, ku wê awayê jiyana normal têk bibin. Encam diyar e.
Roja aştiyê nêz dibe. Mixabin êdî behskirina wê bêwate ye. Bi hezaran mexdûr ji bo pêkanîna aştiyê tim tên kuştin. Dema ku aştî pêk hat, çend pirsgirêkên din derdikevin holê ku dîsa van hewldanan têk dibin.
Mirovahiya ronakbîr dîn bûye. Erd û çavkaniyên xwezayî û mirovan wêran dikin. Ew, mirovan ber bi çolê dibin. Êrîşên mezin dibin sedema mirina bi hezaran. Ev rastî bi pêkhateyên cîhanê yên ku berjewendiyên mirovan diparêzin eleqedar nake. Êrîş ne ji bo daxwazên welatparêziyê ne.
Civaka xirabkirî giraniya rewşê nanirxîne. Heger ji bo hebûna xwe têbikoşin û bibin qurbaniyên têkoşînê, pêdiviya kê bi jiyanê heye? Zanyar çekên nû diafirînin da ku bi yekcarî qirkirina mezin pêk bînin. Ev jî rastiya “zanyarên” hemdem derdixê holê.
Tenê aştî garantiya paşeroja me ye. Beriya roja aştiyê pêwîst e li dora îdeolojiya aştiyê bibin yek. Pêwîst e kesên winda bên vegerandin. Em nehêlin ku xerabî careke din bi ser dinyayê de bigire. Bila alên spî yên aştiyê li her derê bilind bikin. Xeterî li hember hemû gelan e. Yên ku naxwazin yekitî û aştiya gelan pêk bê her derê tevlîhevî çê dikin. Bangawazî ji bo tevahî gelan tê kirin. Ji bo aştî û wekhevî her hewl bidin û destek bidin hev. Jiyaneke bênirx tu giranî û wateya wê nîne. Xwedî li nirxên xwe û yên mirovahiyê derkevin.