12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiyê dimeşin NY’ê

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ bi pêşengiya TCŞ û TEKOJIN Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Lozanê dest pê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) li bajarê Lozan ê Swîsreyê, ji bo balê bikişînin azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.

Endamê TCŞ’ê bi Fransî daxuyanî da û banga mezinkirina têkoşînê kir. Endamê TCŞ’ê di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û wiha got: “Divê ciwanên Kurdistanê her roj li qadan bin.”

Endamê TCŞ’ê anî ziman ku dost û dijmin jî dizane ku rastiyek heye, kurd ji her demê bêtir nêzî azadiyê bûye. Li dijî sûcê mirovahiyê cîhanet bêdeng heye. Dixwazin bi îxaneta PDK’ê gelê kurd tune bikin. Gelê kurd jî li dijî vî şerî û îxanetê bi hemû heza xwe li ber xwe dide. Modernîteya Kapitalist, her roj li Îmraliyê tecrîdê giran dike û îşkenceyê zêde dike. Li ser hemû kurdan û Kurdistanê dixwaze vina jyana azad tune bikin. Em ê di serî de tecrîda li ser Rêber Apo, polîtîkayên ikra û îmhayê teşîr bikin. Ji bo vê yekê roj roja mezinkirina têkoşînê ye.”

Li ser navê YJK-S’ê Selman Surme di daxuyaniyê de axivî û çalakiya ciwanan silav kir. Surme banga mezinkirina berxwedanê kir û got, “Îro weke ciwan û jinên Kurd em li vir kom bûne. Serdema duyemîna a pêngavê destpê kir. Piştî 1’ê Îlonê hem rêxistinê ciwan hem jî ya jinan wê bi awayekî rêxistinî dest bi pêvajoya çalakiya bikin. Armanca van çalakiyan azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye. Em ê îro ji vir ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin û hesab bipirsin. Em ê bibêjin ‘Em çima ji Rêbertiya xwe agahî nagirin?’ Em sedema vê pirse dizanin jixwe. Yekane sedema vê yekê, felsefe û berxwedana Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo ya ji bo mirovahiya azad e. Cîhan tev jî dizane ku sedema tecrîdê tenê, paradigmaya Rêbertî ye. Di vê nuqteyê de çi dibe bila bibe em ê têbikoşin û di vê şerê hebûn û nebûnê de, em ê teqez bi ser bikevin. Divê hemû sazî û dewletên berpirsyar baş bizanibin ku Rêberê me azad e û em ê bi berxwedana xwe azadiya wî ya fizîkî mîsoger bikin!”

Meşa ku wê bi qasî 8 kîlometreyan dewam bike, wê piştre bi mîtîngeke li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li navenda bajarê Cenevreyê bi dawî bibe.