12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nato hevparê kuştina kurdan e

Em ji NATOyê û bêguman ji hemû dewletên endamê NATOyê dipirsin? Tu/hûn çima ewqasî alîgir û piştgirê kuştin û qirkirina kurdan in? Ev 72 sal in bi desteka we kurd tên girtin, kuştin, surgunkirin, ma dilê we hênik nebûye?

Di sala 1949ê de NATO, wek Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê hat damezirandin. Di nav endamên NATOyê de dewletên damezirînêr 1- Belçîqa, 2- Danîmarqa, 3- Fransa, 4- Brîtanya, 5- Îzlanda, 6- Îtalya, 7- Kanada, 8- Luksemburg, 9- Holanda, 10- Norweç, 11-Portekîz, 12- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hebûn. Piştre di sala 1952an de 13- dewleta Tirk tev li vê rêxistinê bû, da ku xwe bi awayê leşkerî biparêze û xurt bike. Endamên din ên rêxistina NATOyê ev in: 14- Yewnan (1952), 15- Almanya (1955), 16- Spanya (1982), 17- Macaristan (1999), 18- Polonya (1999), 19- Çekistan (1999), 20- Romanya (2004), 21- Slovakya (2004), 22- Slovenya (2004), 23- Bulgaristan (2004), 24- Estonya (2004), 25- Letonya (2004), 26- Litvanya (2004), 27- Albanistan (2009), 28- Xirvatistan (2009), 29- Montenegro (2017), 30-Bakurê Makedonya (2020), 31- Fînlandiya (2023), 32-Îsweç (2024).

Gava liv û tevgerek an daxuyaniyek ji aliyê NATOyê ve were dayîn, tê wateya erêkirina giştiya van dewletan. Ji ber ku bi tevlêbûna van dewletan yekîtiya parastina leşkerî hatiye çêkirin. Ji sala 1949an ve NATO wek hêzeke leşkerî ya li ser qedera cîhanê û ya gelek gelên cîhanê xwedîkiryar e bûye bela serê gelek gelên bindest û bêdewlet, ku yek ji van kurd in.

Kurd ji bo mafên xwe yên bingehîn ên serweriya li ser axa welatê xwe bi dest bixin ev sed sal in li hember komara faşîst a tirk têdikoşin. Di vî şerê mirin û mayînê de ev 72 sal in NATO hemû derfetên xwe  bê lêpirsîn dixe bin xizmeta dewleta tirk, ku pê qira kurdan bîne. Ev 72 sal in kurd bi destê dewleta tirk, lê bi çek, pere û piştgiriya NATOyê tên kuştin.

Roja 30ê Tebaxê ji aliyê NATOyê ve cejna qaşo serkevtina tirkan a li hember rom û dewletên din ku berî 102 salan hatibû kirin hat pîrozkirin û pê re wêneyekî nexweşxaneyek li Efrîna dagirkirî û leşkerên tirk û hin penaberan hatibû parvekirin. Bêguman ev dijberiyeke mezin li hember kurdan û gelên din ên herêmê bû. Yekemîn, bi vê peyamê NATOyê dagirkeriya tirk a li Efrînê rewa didît, destek didayê û hevalbendiya xwe diyar dikir. Duyemîn, bi vê peyamê derdikeve holê ku di dagirkirina Efrînê de NATOyê erêkirin û destekeke bêhempa daye dewleta tirk. Herçendî li ser bertekên di medya civakî de NATOyê gav bi paşde avêt û ev wêne ji malpera xwe rakir, lê carekê niyeta xwe eşkere kir û divê NATO êdî dev ji hevparbûn û destekdana kuştina kurdan berde.

Ev 72 sal in bi desteka we gundên kurdan tên valakirin, şewitandin, erdnîgariya Kurdistanê tê talankirin, bombebarandin, şewitandin, ma ne bes e?

Ji ber desteka we daye dewleta tirk, gelê kurd bê ziman, bê welat, bê nasname, bê heq û hiqûq, bê dewlet dimîne, çawa dilê we radike?

Divê rayedarekî NATOyê û berpirsyarên dewletên endamên NATOyê derkevin pêşberî mirovahiyê û bibêjin, bê çima ev 72 sal in bê lêpirsîn desteka kuştin û qirkirina kurdan didin tirkan? Kurdan çi xisar da we, ku hûn ewqasî ji bo kuştina kurdan piştgiriya dewleta tirk dikin. Artêşa tirk Efrîn dagir kir, bi hezaran malbat ji cî û warên wan kir, bi hezaran mirovên bêguneh kuşt, bi hezaran darên zeytûnan talan û wêran kir, çi fêde gihişt we?

NATO hevalbend û pişgirê qetilkirina gelekî û talankirina welatekî ye. Ger îro Kurd li cîhanê bê statu, bê nasname û bê maf in, sedema wê desteka NATO dide dewleta tirk a faşîst e. Îro li ser ruyê cîhanê kurd bi awayekî fermî nayên nasîn û tine ne, berûvajî wek terorist tên binavkirin. Sedema wê desteka NATOyê ya ji dewleta tirk re ye. Dewleta tirk çanda kurdan, zimanê kurdan, kevneşopiyên kurdan, muzîka kurdan, dewlemendiya sererd û binerdê welatê kurdan, dîrok û hunera kurdan didize, ji xwe re dibe, talan dike, hebûna kurdan înkar dike, hebûna Kurdistanê red dike, NATO piştgiriya vê talan û diziyê dike. NATO bibêje, tu çi ji kurdan dixwazî? Kurdan çi bi te kirine, ku tu ewqasî ji kurdan re neyar î?

Ev 72 sal in em bi çekên ku tu didî tirkan tên kuştin. Ji ber tu napejirînî, em nikarin wek gel qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin. Me li hember vê zilm û zordariya dewleta tirk şerê çekdarî da, me tirk ji Kurdistanê bi dehê caran derxistin, lê her carê te desteka xwe ya madî, manevî û bi çek û bombe dayê û ev dewleta faşîst li serê gelê me û gelên herêmê kir cinawirek. Em dizanin dewleta tirk wek projeyeke Ingilîzan ji bo bidestxistina dewlemendiya Rojhilata Navîn hat damezirandin û parastin. Lê di navberê re 72 sal derbas dibin, zarokên zarokên wan, çima li dîroka xwe venagerin û nabêjin, dê û bavên me, dapîr û bapîrên me şaşiyek kirin, kurd tine hesibandin, faşîst û xwînxwarên tirkan li serê gelan kirin bela, kirin cinawireke xwînrij, em êdî dawî li vê yekê bînin, em bes destekê bidin tirkan, em li aliyê dadweriyê cî bigirin?

Heyf mixabin NATO û dewletên endamên NATO, heyf mixabin zarokên damzirênêrên rêxistina NATOyê 72 sal in bi desteka we kurd tên kuştin Kurdistan tê talankirin. Êdî bes e! Sedema dijmintiya xwe ya ji kurdan re bibêjin bê çi ye, ku em jî li gorî wê li dermanekî bigerin. Ji bîr neke NATO, ger tu destekê nedî dewleta tirk, Kurd wê karibin di nava 24 saetan de qedera xwe bigirin dest xwe û bi destê xwe tayîn bikin. Lê tu nahêlî, sedema vê çi ye. Derkeve pêşiya mirovahiyê û eşkere bike.