Annus Horribilis gotineke latînî ye ku ji sala 1891’ê û vir ve ketiye nav hin zimanên ewropî. Gotin ji bo sala bûyerên gelekî xerab tê de qewimî ne, tê bikaranîn û wateya wê ya herî nêzîk a di kurdî de “Sala Reş” e. Dema mirov der barê sala borî de bixwaze nirxandinê bike, bêguman du peyvên herî bikêrhatî ên ji bo vê salê Annus Horribilis e.
Par, şer û aloziyên mirovahiyê yên di nav xwe de û sefera wê ya 300 salan a li dijî xwezayê, bêyî rawestan domiyan. Aktorên navneteweyî û yên herêmî bi alîkariya xwe ya rasterast an veşartî, şerên navxweyî yên li welatên Asya û Afrîkayê gurtir kirin. Ji Afganistanê heta Lîbya û Yemenê, Rojhilata Navîn bû qada şerê wesayetê û windahiyên însanî û aborî qat bi qat zêde bûn. Îsal, pêla serhildanan a wekî Bihara Ereban dihat binavkirin, ket sala xwe ya 10’emîn û niha tu şik û guman neman ku di encama vê proseya ji hêsir û girînê de bindestiya gelên Rojhilata Navîn girantir bû.
2020 li seranserê cîhanê bû saleke zêrîn ji bo rejîmên otorîter û dîktatoran. Taybetiya rêvebiriyên bi vî rengî ev bû ku hemû jî di lîstika bi navê “demokrasiyê” de ji sindoqê derketibûn. Ev rêvebirî wekî cinê ji şûşeyê derkevin, hişk bi desthilatê girtin û êdî nema ew berdan. Serokê Amerîkayê Trump bi dijminahiya xwe ya li dijî xweza û mirovahiyê û bi zimanê xwe yê wekî jehrê, ji bo rêvebirên bêwijdan ên li çaraliyê cîhanê bû rolmodelek. Li Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro, li Hindistanê Narendra Modî, li Tirkiyeyê Tayîp Erdogan, li Macaristanê Vîktor Orban û hin lîderên din ên çepelkar bi polîtîkayên xwe yên hilweşîner dan ser rêya Trump. Rûsya û Çîna ku tu car demokrasiya civakî nebûye para wan, tev li NATO û Amerîkayê bê hed û hesab mîlîtarîzmê bi pêş xistin. Di serî de ev her sê dewlet, 11 dewletên cîhanê par ji bo mesrefên leşkerî nêzîkî 1.5 trilyon dolar pere xerc kirin. Bi vî awayî, ji atomê bigire heta çekên biyolojîk û yên konvansiyonel, cîhan bû depoyeke mezin a çekên kujer.
Par, mirovahî di şerê xwe yê çavkor ê li dijî xwezayê de zêdetir nêzîkî serkeftina dawî bû! Li Daristanên Amazonê ku wekî “pişika dinyayê” tên pênasekirin, bi milyonan donim darên tropîkal bi teşwîqa dewletê hatin şewitandin. Ji ber germahiya avhewayê dar û deviyên Awustralyayê jî hew deyax kirin û ji havîna 2019’an heta havîna par, 6 meh bênavber şewitîn. Bi dehezaran donim erd bi hemû şînahî û sewalên tê de bûn kavil, dûmana şewatê bi hefteyan asîmanên bajarên mezin reş kirin û paşê jî di ser Okyanûsa Pasîfîkê re gihîşt heta Amerîkaya Latîn. Guherîna avhewayê li gel şewatan, li gelek aliyên cîhanê bû sebeba bahoz, barana zêde û lehiyên har û bi hezaran mirov bûn qurbana van karesatan.
Helbet divê em şewba koronayê ya wekî xewnereşkê daket ser cîhana me, ji bîr nekin. Bi zêdetirî 90 milyon nexweşan, 2 milyon miriyan û zirarên bêsînor ên ji bo jiyana civakî, ev şewb bû dijminê yekemîn ê mirovahiyê, lê di rastiyê de, bobelata koronayê jî tê de, her çi par bû belaya serê cîhanê, ji ber şerê mirovahiyê yê li dijî xwezayê pêk hatin û lewma jî dikarin wekî “karesatên mirovahiyê” bên binavkirin. Yanî bi gotineke din, mirovahî ji ber sûcên xwe yên li dijî xwezayê hat ber têkçûnê. An jî bi gotineke din mirovahî çi çinî be par wê hilanî. Lewma jî 2020 ku sala karesatan, şewatê û şewbê bû, ji bo cîhanê û mirovahiyê Annus Horribilis e!