12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberên MKG û DFG serdana gora Gulîstan Tara kirin

Endamên MKG û DFG çûn serdana gora rojnamevan Gulîstan Tara û li ser gora wê ew bibîr anîn. Rojnameger Kîbriye Evren got: "Hewce bike em ê bi xwîna xwe nivîsandina heqîqetê bidomînin."

Dewleta tirk, di 23’yê tebaxê de li Navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê êrîşî maşîneya rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn kiribû. Di êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn. Cenezayê Hêro li Silêmaniyê defin kirin. Cenazeyê Gulistan Tara jî li Goristana Tîlmîrç a Taxa Elîhê li cem bavê wê defin kirin. Piştî definkirinê ji bo Gulistan Tara, li Salona Dawetê ya Roza ya Taxa Pazaryerî ya Elîhê şîn danîn. Serdana şîna ku hat danîn bi girseyî berdewam kir. Piştî dayîna mewlûdê şîn bi dawî kirin.

Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) çûn serdana gora rojnameger Gulistan Tara. Di serdanê de rojnameger Kîbriye Evren axivî û got: “Tu carî Çapemeniya Azad bêdeng nebû, dê neyê bêdengkirin. Çawa ku berê heqîqet bi xwînê hat nivîsin dê îro jî wisa bê nivîsandin. Em soz dikin şehîdên xwe em ê tu carî ji nivîsandina heqîqetê paşve gav navêjin.”