Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî meş û mitînga ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li bajêr bên lidarxistin li Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 1’an a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yê Demê Ûfûk Bûlût diyar kir ku di ser Şerê Cîhanê yê Duyemîn re 85 sal derbas bûne, lê hêzên emperyalîst rê li ber şer, pevçûn û dijberiyên nû vekirine û got: “Civaka navneteweyî li hemberî kuştina kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan ku di şer de jî divê nebin hedef bêdeng e.”
Bûlût, anî ziman ku israra di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd de hatiye wê astê ku êdî mudaxileyî govend, dawet, muzîkan tên kirin û got: “Bloka desthilatê di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de daxwaza herî biçûk a demokratîk, çalakî û aktîvîteyan vediguhere hinceta binçavkirinê û girtinê. Mafê gel ê bijartin û dengdayînê xesp dike û cara sêyemîn qeyûm tayîn dike. Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê li dijî hemû êriş, şer, dijberî, ferzkirina tarzê jiyanê yê yek tîp bi israr û rêxistinkirî bi têkoşîneke bibiryar em ê parastina aştiyê bidomînin. Heta ku cîhanek û welatekî ku edalet, wekhevî, biratî, laîktî, parvekirin, hevkarî, hevgirtin û jiyaneke însanî lê mayînde bibe, em ê keliyekê jî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Di vê çarçoveyê de em bang li herkesê dikin ku tev li çalakiyên ku dê di 1’ê Îlonê de li Qada Şêx Seîd pêk bê bibin.
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî aştî” bi dawî bû.