12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk şûnwarên gundiyan dagir dikin

Gundên li zozanên Gareyê ya li başûrê Kurdistanê ji ber êriş, dagirkerî û sewqiyata leşkerên dewleta tirk, vedigere çolê. Leşkerên tirk şûnwarên gundiyan dagir dikin û welatiyan ji cihê wan koç dikin.

Ajansa nûçeyan ya Mehr ya Îranê, der barê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêma Federe ya Kurdistanê, valekirina gundan û bicihkirina leşkeran, nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeyê, gundên li zozanên Gareyê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê, ji ber şer û êrişên Tirkiyeyê, ber bi çolbûnê ve diçin. Di nuçeyê de tê gotin ku xelk gundên xwe vala dikin. Li gorî nûçeyê, dewleta tirk xelk neçarî koçberkirinê dike û hewl dide baregehên xwe li bilindahiya rêze çiyayên Gareyê ava bike.

Demek dirêj e li herêmê ji ber êriş û dagirkeriya dewleta tirk bi dehan gund hatine şewitandin. Dewleta tirk û PDK’ê bi hevre hewl dide hemû gundiyan vala bike û gelê herêmê bidin koçberkirin.