3 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ew şaş û nebaş lê em…?

Tayîp Temel

Em xwe di berxwedan û rabûna xwe de diyar dikin. Nabe ku ferqa me ji yên din nemîne. Wê demê em nikarim bejin; ‘Ew şaş, em baş in’… Tevî em di nav lepên pergalê de diperçiqin jî, dîsa ya me hewldanek e li hemberî lawirê pirserî ku bibin alternatîfek.

Siyasetmedarên klasîk ên bi ser rejîmên serdest ve, pisporên xapandinê ne. Lê îro bî wan rêbazên xwe yên kevnar têrî nakin ku civakê bixapînin. Lîstika populîst a ku destûrê dide razîbûn û manîpulasyonê êdî ne mumkîn e. Ji ber ku nikarin êdî cîvakê bi derewan bidin bawerkirin, çînên serdest û welatên kapîtalîst ên zalim, serî li mekanîzmayên zordariyê didin. Pergaleke civakî ya her ku diçe zêdetir dişibe kampa komkirinê nikare bi tu awayên din li ser lingan bisekine û berdewam bike.

Ma gelo ew çawa dikarin artêşa ku mezin dibe, bi awayekê amade di rêzê de li benda fermanê bihêlin?

Sîstem ji ber pêşketina bênavber a tengezariya civakî û siyasî ya ku ji ber betalî û xizaniyê çêdibe, di bin xetereyê de ye. Qadên ku ji bo komên sexte û dilxweş tên çêkirin, kêm dibin. Li peravên feqîr ên cîhanê, pergal rûyê xwe yê rastîn nîşan dide.

Em jî tevî ku di nav lepên wê pergalê de diperçiqin jî, dîsa ya me hewldanek e ku li hemberî wî lawirê pirserî bibin alternatîfek.

Her wekî tê zanîn ku têkiliya siyasetmedar û şoreşgeran bi kok, tevger û çarenûsa gelê wan re xurt e û heqîqeta vê yekê nayê nîqaşkirin.

Ji bo me kurdan nasnameya kolektîf a resen ji rabirdûyê derdikeve û şopên ku lingên me li ser dimeşin û gavên ku meşa meya îroyîn pêşwazî dikin, cihê lingên pêşî û pêşengên me yên bi heybet in.

Bê guman, em ê di berdewamiya rêç û rengên kevnar de, rûyê xwe yê rasteqîn bibînin. Tiştê ku îro em pê radibin û dikin karekterê me yê îro, pêwandiya me ya bi duh re diyar dike. Tiştê ku em dikin, nasnameya me jî diyar dike. Kirinên me em in. Nasnameya siyasedmedarên me di çalakî û têkoşîneke dijwar de ye. Ji ber vê yekê, aşkerekirina tiştê ku heqîqeta me vedihewîne, aşkerekirina tiştê ku me asteng dike bi xwe ye.

Lazim e tu car ji bîra me neçe ku em xwe di berxwedan û rabûna xwe de diyar dikin. Nabe ku ferqa me ji yên din nemîne . Wê demê em nikarim bejin; ‘Ew şaş, em baş in’…

Siyaset û têkoşîneke ku ji pêvajoya krîz û rojeva hundirîn derbikeve û bi kûrahî di nav serpêhatî û rîska dema xwe de, girseyan ber bi hêviyê ve bibe hewce ye. Wê demê pêşeng dikare riyekê biafirîne, sembolên rastiya nû û belkî  bi jêhatî û  cesaret, hedefên nû jî ronî bike.

Ne şaş e ku meriv stranên êş û bedewiya jidayikbûna li Kurdistanê bêje û wan derxe pêş. Jixwe ji bo yekê ev qas sazî dezgeh hene û hatine sazkirin.

Ji ber ku her tim mijara gotinê ye ez jî dîsa dubare bejim; ‘Jiyan û îmtîhana demokrasî û bextewariya Tirkiyeyê, (çi hebe, çi nebe) girêdayî jiyan, berxwedan û encamên têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Lê belê bi heman awayî di têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd de çareseriyeke mayînde encax dema ku hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê mil bidin doza gelê kurd ya azadiyê, pêkan e.’

Ji ber bê yekê hewce ye em bi wê hestiyariyê ve girêdayî; melodî, deng û rîtma şoreşa kurdî ya çanda rasteqîn bi ahengên merşên gerdûnî  bilind bikin û bigehînin hemû şoreşgerên ku welatê wan hemû cîhan e.