Têkildarî xistina balefirê hikûmeta Iraqê daxuyaniyek da û tê de hat gotin ku balafira bê mirov a li ser ezmanê Kerkûkê hatiye xistin ya dewleta tirk e.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro di saet 10:25’an de balafirek bê mirov a nenas li ser asîmanê bakur û rojhilatê Kerkûkê geriya. Piştî saetekê ji aliyê lîwaya parastina asîmanî ya Iraqê ya li kampa K1 ve hatiye xistin.’’
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku balafira bê mirov li taxa Tisîn a li Kerkûkê li ser xaniyekî ketiye xwarê û tenê ziyanên madî çêbûne.
Her wiha hat aşkerekirin ku piştî hêzên ewlehiyê bermahiyên balafira ketî xwarê lêkolînkirin, derket holê ku ew balefir a ji cûrê ANKA ya dewleta tirk e.