Kurd û Kurdistanî dê bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di navbera 15-20’ê Îlonê de ji bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê heta bajarê Dûîsbûrgê Meşa Dirêj li dar bixin. Ji bo Meşa Dirêj ku bi pêşengiya ciwanên kurd û enternasyonalîst pêk were, amadekarî dewam dikin. Komîteya Amadekar a Meşê beriya niha bi demeke kurt bi daxuyaniyekê dest bi karên ji bo meşê kiribû. Komîteya Amadekar îro jî dîmeneke bi 6 zimanan ê bangawaziyê weşand û banga “Ji bo azadiya Rêber Apo tu jî tevlî meşa dirêj bibe” kir.
Dîmenê bangawaziyê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî, Fransî, Îngilîzî û Îtalî hate weşandin.
Bernameya Meşa Dirêj bi vî rengî ye:
“15.09.2024 – Kombûn– Herbert Hinnendahl-Strasse 11, 33602 Bielefeld
15.09.2024 – Roja destpêkê – Konferansa li ser Rêber Apo
16.09.2024 – Roja duyemîn – Bielefeld
17.09.2024 – Roja sêyemîn – Hamm
18.09.2024 – Roja çaremîn – Dortmund
19.09.2024 – Roja pêncemîn – Essen
20.09.2024 – Roja şeşemîn – Duisburg